Cezayê girtîgehê li çalakvana mafên mirovan Şîlan Kurdistanî hate birîn

Nivîskar û çalakvana mafê jinan Şîlan Kurdistanî, ji ber piştgirî da serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ hatibû girtin, bi 40 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.

Wergêr-nivîskar, çalakvana mafên jinan û endama Rêxistina Jinan a Zahîvano Şîlan Kurdistanî ku ji ber serhildanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Mahsa Emînî hatibû girtin, ji aliyê Şaxê Yekem ê Dadgeha Şoreşê ya Sine ve hate cezakirin.

Şîlan Kurdistanî ji ber "Endametiya rêxistina jinan a Zhivano" û bi îdîaya "Li dijî dewletê propaganda kiriye" bi giştî 40 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Şîlan Kurdistanî di 23’ê Cotmeha 2022’yan de di dema serhildanên li seranserî welat de ji aliyê hêzên girêdayî hikumetê ve hatibû destgîrkirin. Çalakvan piştî dema du hefteyan a destgîrkirinê ji aliyê Departmana Îstixbaratê ya Sine ve bi kefalet hatibû berdan.