CENÎ: Divê gel li ser rêya aştiyê bigihêjin hev

Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd (CENÎ) bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya CENÎ ya li ser 1'ê Îlonê de hat gotin, "Li ser Rojhilata Navîn şerê parvekirinê bi awayekî bêrehm dewam dike û tê xwestin ku nirxên mirovahiyê bi tinebûnê re rû bi rû bên hiştin. Ev rastiya şerê qirêj ê li Kurdistanê, ne tenê gefê li gelê Kurd dixwe, li tevahiya mirovahiyê dixwe. Bingeha vî şerê qirêj, li dijî jinê şênber dibe. Ji ber ku rastiya jinê, nîşaneya aştiyê ye. Di xwezaya jinê de aştî heye. Di vî şerî de hewl tê dayîn berdêlên giran bi jinê bê dayîn û mafên bingehîn ên gerdûnî werin tinekirin. Bi rêbazên ji yên serdema navîn qat bi qat dijwartir, gef li mirovahiyê tê xwarin."

'AŞTÎ DI HEMAN DEMÊ DE AVAKIRINA CIVAKA EXLAQÎ-POLÎTÎK E'

Di daxuyaniyê de daxwaza bidawîbûna şer hat kirin û hat destnîşankirin ku hembêzkirina mirovandiyê li dora têkoşîna jinê, nabe ku bi tenê bi rojekê bê kirin, divê li ser rêya aştiyê hemû gel di her kêliyê de bigihêjin hev. CENÎ di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Aştî ne bi tenê qedandina şer e. Aştî li dora nirxên civaka xwezayî avakirina civaka exlaqî-polîtîk e."