BI DÎMEN

'Çareseriya yekane hevjiyana azad e'

Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Nûjîn Herekol û endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rewşen Mêrdîn nerazîbûn nîşanî guhertina qanûnî ya cihêbûnê zehmet dike dan û gotin, çareseriya yekane hevjiyana azad e.

Endama Komîteya Tenduristiyê ya KCK'ê Nûjîn Herekol û endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rewşen Mêrdîn nerazîbûn nîşanî guhertina qanûnî ya cihêbûnê zehmet dike dan û gotin, çareseriya yekane hevjiyana azad e.

Nûjîn Herekol da xuyakirin, şîdeta li hemberî jinê bi destê dewletê tê rewakirin û got, "AKP her çend polîtîkayên xwe yên kirêt li ser temamiya civakê dimeşîne jî, ev yek di şexsê jinê de bêhtir şênber bûye. Ji ber ku cihi rol û mîsyona jinê ya di nava civakê de diyar e."

Herekol diyar kir, li pêdiviyên jinan wêdetir, zîhniyeta nêr pîvan û qanûnên xwe li ser civakê ferz dike û anî ziman, gelek pêkanînên divê bi ti rengî li hemberî jinê neyên pêkanîn, bi destê dewletê tên rewakirin. 

Herekol bal kişand ser gelek bûyerên destavêtin û destdirêjiya li hemberî jin û zarokan û ragihand, li şûna darizandina van kiryaran, hewl tê dayîn ev yek bê rewakirin. Herekol da zanîn, saziyên dewletê jî li şûna parastina jinên mexdûr, mêr bêhtir teşwîqî şîdetê dikin û jinê jî weke ku sûcdar e dibînin.

ŞÎDETA HETA DAWIYA TEMEN Û KOMÎSYONA CIHÊBÛNÊ TÊN HEMAN WATEYÊ

Herekol işaret bi Komîsyona Cihêbûnê kir, ku AKP'ê ev xist rojevê û got, "Ji bo rewakirian pêkanînên zîhniyeta nêr, her roj serî li pêkanînên cuda yên kirêt tê dayîn. Ji van ya herî dawî jî komîsyoa cihêbûnê ye. Mînak; zarokên keç ên mexdûr, li şûna bên parastin û li navendên rehabîlîtasyonê werin ewlekirin, bi kesê dest avêtiye tê zewicandin. Gelo ev ê çareseriyeke çawa peyda bike? Bêguman ev me gelekî dixe nava fikar û gumanan. Wekî din, jineke ku timî ji hevserê xwe lêdanê dixwe û di asta herî bilind de nema dikarin bi hev re bimînin, li şûna karibe jê cihê bibe, wê ji bo pê re bimîne navbeynkarî bê kirin. AKP bi vê eykê ve hewl dide serhildêriya jinê bikuje û wê veguherîne kesayetke ku yekser serê xwe li ber mêr ditewîne."

Herekol destnîşan kir, ku ev polîtîkaya bi navê Îslamiyetê bi cih tê anîn, wê bi taybetî bandorê li civaka Kurd bike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku civaka Kurd civakeke bi Îslamiyetê ve girêdayî ye. Lê belê Îslamiyet ti carî vê nabêje. Berevajî, qîmeteke mezin dide jinan. Zîhniyeta nêr a îro bi cih tê anîn, Îslamiyetê ji cewhera xwe derdixîne."

'HÊZA DIKARE JINÊ BIPARÊZE, RÊXISTINBÛYÎNA WÊ YE'

Herekol, bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna jinê ya li hemberî polîtîkayên AKP'ê yên li dijî jinê û got, "Asta ku tevgera azadiyê ya Kurd xwe gihandiyê, ji bo hemû jinan çavkaniya îlhamê ye. Divê jin bi hêza piştrast bin. Û bi vê baweriya ji xwe re dikare hemû pêkanînên zîhniyeta nêr ji holê rakin."

BERHEMA DAWÎ YA ZÎHNIYETA MÊR A LI HEMBERÎ JINAN: KOMÎSYONA CIHÊBÛNÊ

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Rewşen Mêrdîn, komîsyona cihêbûnê ya AKP'ê ava kiriye nirxand û got, "Komîsyona cihêbûnê li şûna çareseriya pirsgirêkan wê pirsgirêkan girantir bike. Bi vê komîsyonê ve hikûmeta AKP'ê dixwaze destketiyên berxwedana jinê ya cîhanê ji sedan salan ve li hemberî zîhniyeta nêr bi dest xistiye, pûç bike  yan jî ji nû ve ber bi aliyê xwe ve bikişîne. Dixwazin mafên jinan bi berdêlên mezin bi dest xistine, talan bike."

Mêrdîn da xuyakirin, li hemberî jina xwedî li vîna xwe derdikeve û li dijî zîhniyeta serdest têdikoşe her tim şîdeteke sîstemê hatiye meşandin û got, "Ev şîdet li her qada jiyanê, di her kêliyê de li hemberî jina di her emrî de tê kirin. Komîsyona cihêbûnê tê wateya pêkanînên serdema navîn a ku di bin navê nêçirva pîrebokan de jin bi zindî dihatin şewitandin."

Mêrdîn diyar kir, zewicandina zarokên bûne mexdûrê tecawizê bi tecawizkar re, ne ya qebûlkirinê ye û anî ziman, bi vê yekê ve hewl tê dayîn civakeke bê vîn û di emrê biçûk de hatiye tirsandin were afirandin.

'JI BO CIVAKEKE AZAD, DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE'

Mêrdîn herî dawî ev bang li hemû hêzên demokrat kir: "Ev armancên hikûmeta AKP'ê wê bi cih neyên û weke xeyalekê jê re bimîne. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê xwe gihandine asteke zanebûnê. Bi taybetî bi hewldanên tevgera me ya azadiyê, ku jiyana demokratîk pêşkêşî hemû gelan dike, îro hewl tê dayîn malbateke demokratîk bê avakirin. Li ser bingeha pîvanên hevjiyana azad, bi jin û mêrê azad ve wê civakeke azad bafirê. Ji bo civakeke azad dem dema yekîtiya hemû derdoran e. Dixwazim bang li hemû derdoran bikim. Divê her kesên xwedî wijdan li dijî vê nerazîbûnekê nîşan bide." Mêrdîn bang li hemû jinan kir, ku bi rêxistinbûyînê ve têbikoşin.