BI DÎMEN

Çalakiya 3 jinên azad cara 4’an hate kirin

Bernameya Sê Jinên Azad a ku Veqfa Jinên Azad a Navnetewî organîze kirî caran 4’an li Rotterdam a Hollanda pêk hat. Di bernameyê de Mehmet Akbaş, Olcat Bayir û hunermendên Spanî û Katalanî performansa xwe nîşan dan.

Bernameya Sê Jinên Azad a ku Veqfa Jinên Azad a Navnetewî organîze kirî caran 4’an li Rotterdam a Hollanda pêk hat. Di bernameyê de çand û zimanên cihê gihaştin hev. Seroka  ÎFWF’ê Derman Adlim bi Dimilkî axivî û got, ‘’Em careke dî li dor îdeal û şerê wan gihaştin hev’’ û got ev bername parçeyek ji wan çalakiyan e ku dixwaze komkujiya Parîsê ronak bibe. Adlim berpirsyariya Fransa a di komkujiyê de bi bîr xist û got piştî mirina tetîkêş daxuyaniyên ku hatin dayin  mirov qanih nakin û ew ê lêgerîna xwe bidomînin.

KARAKOÇAN: JIN BI NIRXÊN KU SARA AFIRANDÎ MEZIN DIBIN!

Piştî nîşandana dansê nûnera TJK-E’yê Sakîne Karakoçan axivî û got, ‘’Li Parîsê em êşeke mezin jiyan. Lê divê hêzên planger ên vê komkujiyê divê bizanibin heta ku ev kuştin ronak nebe em ê tim vê dozê bişopînin û li paş nemînin.’’ Sara Aktaş bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji komkujiyê re gotiye ‘’Komkujiya Duyem a Dêrsimê’’ û wiha domand: ‘’Heval Sara bi hemû taybetmendiyên xwe niha li Kobanê, Cizîrê, Sûrê û Nisêbînê dijî. Me berxwedaniya wê ya têkoşînê li van qada dît. Hêza jiyanê û coşa Rojbîn, kelecaniya giyanê ciwan ê Ronahî ji bo me mîrate ye û teqez divê ev xet were şopandin. Divê hêzên tarî bizanibin ku ev komkujî ti caran nikarin gavê bi paş de bi me bidin avêtin. Belê em pir bêriya wan dikin lê bêrîkirina me di hêza me de û di israra me ya jiyanê de beloq dibe. Em ê hewl bidin ku bêrîkirina xwe bikin layiqî wan. Îro bi hezaran jinên ciwan hewl didin ku Sara fêhm bikin û wiha tevlî jiyanê bibin. Dixwazin nirxên ku wê afirandiye xurttir bikin. Bi vê hêviyên em dibêjin ev têkoşîn teqez wê bi ser bikeve  û hemû hêzên paşverû wê têk biçin.’’

JI BO SÊ JINÊN ŞOREŞGER GOTIN

Piştî axaftinê Mehmet Akbaş hate ser dikê û got, beriya niha tevlî gelek bernameyan bûye  lê  ji bo ku tevlî şeveke wiha bûye kelecaniyeke cuda pê re çêbûye. Akbaş diyar kir ku wî Sakîne Cansiz, yek ji damezirîna PKK’ê rasterast nas kiriye û her dem baweriya wî bi edaleta wê hatiye û bi zarayên cuda yên Kurdî performansa xwe nîşan da.

Di beşa 3’yan a bernameyê de sînevîzyonek hate nîşandan ku berxwedana jinan a piştî  3 jinên şoreşger vedigot. Piştre stranbêja Katalan Silvîa Tomas stranên berxwedanê bi zimanê xwe strandin.

Tomas dema ku strana ji bo hevalê xwe yê têkoşînê Danîel Pasqual Vîdal distrand kir ku hem ew û hem jî temaşevan dilzîz bibin. Tomas her wiha strana Zana û Andok ku hevalê wê pir jê hez dikir bi Kurdî got. Olcay Bayir jî stran gotin.

Bername bi dirûşma ‘’jin, jiyan Azadî’’ bi dawî bû.