'Bi têkoşîna jinê em ê Rêber Apo azad bikin'

Endama Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja ji ANF re axivî û sala 2017’an weke sala azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nav kir û çalakvan silav kir.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Rojîn Hêja ji ANF re axivî û sala 2017’an weke sala azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi nav kir û çalakvan silav kir. Hêja her wiha got, "Li dijî vê qirkirinê, li dijî vê rojê ku em weke roja reş  bi nav dikin, têkoşîna li dijî pergala desthilatdar a modernîteya kapîtalîst girîng e."

Hêja bi berdewamî wiha got: "Di salvegera komploya navdewletî de em dikevin sala 19. Di serî de em Rêbertiya xwe slav dikin ku salên direj ku li Îmraliyê li ber xwe dide, hezkirinên xwe jê re dişînin. Dîsa bi çalakiyên ‘hûn nikarin Rojame tarî bikin’ , hevalên me yên ku çalakiyên fedayî kirin em wan hevalan bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin.

Bêguman di vê pêvajoyê de  hîn jî em behsa  komploya navdewletî dikin û em dizanin bi her awayî di van salan de jî komplo berdewam kir. Niha jî dema em dinirxînin em dibînin ku komplo çi li ser gelê Kurd, çi li ser tevahî gelan, di  kesayeta Rêbertiya me da hîn jî êrîş têne kirin. Hîna jî di  asta komployê de berdewam dike. Bêguman îro li hemberî wan komployan di asta herî bilind de têkoşîna ku em didin girîng e. Niha li qada Ewropa  û li gelek qadên din  têkoşîn û çalakî  têne kirin. Hemû meşvan û çalakvanên li Ewropaye slav dikim û serketinê ji wan re dixwazim.

Ji bo me girîng e ku em bigihijin armanca xwe. Armanca me jî, bêguman azadkirina Rêbertiyê ye. Li ser vê bingehê divê em têkoşîna xwe bilind bikin û di her qadê de em têkoşînê geş bikin. Niha em dizanin ku pergala desthilatdar a modernîteya kapîtalîst herî zêde êrîşên xwe li hemberê rastiya Rêbertî, hemberî têkoşîna azadiya gelê Kurd dide meşandin û di cewherê xwe da komploya ku hate meşandin jî em vê wek ‘roja reş’ bi nav dikin. 

Roja komplo, roja panzdehê Sibatê em hemû jî dizanin ne tenê li hemberî Rêbertî, di kesayetê Rêbertî de li hemberî gelê Kurd û li hemberî rastiya Kurd hate meşandin. Ji bo wî jî Rêbertî vê rojê weke roja reş û weke roja qirkirina Kurdan binav kir. Bêguman li hemberî vê qirkirinê, li hemberî vê roja reş ku em bi nav dikin têkoşîn dayîn, sekinandina li dijî pergala desthilatdar a modernîteya kapîtalîst û azadkirina Rêbertiyê pewîst dike.

'TECRÎDA LI SER RÊBERTÎ JI HER ALÎ VE TÊ ŞIDANDIN'

Em dizanin şerê îro tê meşandin wek şerê cîhanê ya sêyemîn bi nav dikin û ev şer di naveroka xwe da şerê di navbera modernîteya kapîtalîst û li hember wê wek alternatîf paradîgmaya Rêber APO ye.  Ji bo wê jî dema ku em vê dinirxînin herî zêde Rêbertiya me hate hedef girtin û di kesayetiya Rêbertiya me da tevahî gelê Kurd hate hedef girtin. Ev  Rêbertî bi xwe jî tîne ziman. Dibêje: di kesayeta min de a ku li Îmral tê girtin gelê Kurd e. Ji ber ku em dizanin pergal weke kes digirê dest û dixwaze em jî bi vî rengî nêzîk bibin. Lê azadiya gelê Kurd, wek têkoşîna jin em bi vî rengî bi nav dikin û em dizanin li hemberî jinên Kurd, li hemberê îradeya gelê Kurd, li hemberê azadbûnê ye. Daxwaza xweserbûnê û xwe azadkirinê ye. Ji bo  vê jî îro dema ku em dibêjin ji bo azadiya xwe, ji bo xweseriya demokratîk ji bo jinên Kurd û ji bo rojên azad, azadiya Rêbertî azadiya me ye.

Her tim van salên dirêj  tekoşîn hatin meşandin, kampanya hatin meşandin her wiha  di asta herî bilind de jî çalakiyên fedayî hatin kirin û tim ev daxwaz derkete pêş. Ji ber ku em dizanin  eger Rêbertiya me azad nebe em ti kes nikarin azad bibin. Ji bo vê jî bi taybet sala 2016’an ji bo me sala tekoşineke pir tije bû. Berxwedana xwerêveberiyê derkete pêş. Li ser vê bingehê em dibêjin tekoşinên  hatin dayin, heta roja me ya îro, encamên wan tekoşînan, encamên wan qehremantî, şehadetan bû ku îro em têkoşîna xwe dikarin bidomînin. Li ser vê esasê em îro hebûna xwe berdewam dikin.  Divê em asta çalakiyên xwe jî mezintir bikin, li şehîdên xwe bêhtir xwedî derbikevin. Ji ber ku tişta ku niha dijmin dixwaze bike ew e ku dixwaze tecrîda li ser Rêber Apo girantir bike. “Asta têkoşîna me  wê azadibûyina Rêber APO jî bi xwe re bîne”

Sala 2016’an em dikarin bêjin çalakiyên giring ketin rojevê, di gelek aliyan de wek daxwazî, wek çalakî heta girêvên birçîbûnê û her wekî din çalakî derketin pêş. Lê me dît ku piştî ku daxuyaniya 12’ê Îlonê  hate dayin  ew çalakî hatin bidawikirin. Pêwist e em giraniya  vê zanibin."

Hêja di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Ji 5’e Nisana 2015’an şûn ve bi Rêbertiya me re hevditîn nehatiye  kirin. Me bi  ti awayî ji  tendûristiya rêber APO  agahiyek negirtiye. Ne bi rêya parêzeran ne jî bi rêya malbatê û ne jî bi rêya huquqî jî. Di qada navnetewi jî  divê di ferqa wê  rastiye de bin. Li ser vî esasî em  dibêjin ew tecrîda girankirî divê bikeve rojevê.

Em niha dibînin ku tecrîd hîn jî berdewam dike. Ji 2015’an şûn ve hevditinên ku nehatin çêkirin  di me de tirsekê, gumanekê, fikarekê  çêdike. Ji bo vê jî wek azadiya têkoşîna jin, wek tekoşîna gele Kurd careke dî wek gelê Kurd ê azadîxwaz li hemberî vê divê di nav çalakiyan de bin. Çalakiyên ku hatin meşandin jî li ser vî esase watedar  û nirxdar in. Divê em van çalakiyên xwe jî hîn berdewam bikin. Niha zedetir li Ewropa têne meşandin, pêwist e li her aliyên welat  em çalakiyên xwe, dengê xwe bilind bikin. Divê em sala 2017’an bikin sala azadiya Rêber APO. Di vê çarçoweyê da em tekoşîna xwe bilind bikin. Asta tekoşina me wê azadibûyina Rêber APO jî bi xwe re bîne. Di vê çeroweyê de tekoşîna ku niha tê meşandin, çalakiyên ku têne kirin em careke dî slav dikin û em hemû jî,  di serî de militanên Rêber APO, wekî jin yên tevgera azadiyê, vê salê em ê bikin bingeha tekoşina xwe ya bilind û azadkirina Rêber APO."