Bi hezaran jin li Brukselê li dijî şîdetê daketin kolanan

Li paytexta Belçîka Brukselê bi dirûşmeya “Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê” bi tevlêbûna bi hezaran jin meşek hat lidarxistin.

Li Belçîkayê ji serê salê û vir ve 18 cînayetên jinan hatine kirin, bi gotineke din ev jin tenê ji ber ku jin bûne hatine qetilkirin. Ev 5 sal in ku her sal li Brukselê bi vî rengî şîdet tê pêkanîn. Ji sala 2017’an û vir ve ku yekemîn meş di asta Netewî de pêk hat û vir ve 150 jin bûne qurbaniyên femînîsîdê. Li gorî lêkolîneke Ewropî, li Belçîkayê ji her çar jinan yek rastî şîdeta nav malê tê.

Hikûmetê herî dawî li dijî şîdeta li ser jinê “Plana Çalakiya Netewî” pêşkêş kir. Ji dibistana seretayî destpêdike, rêze tedbîrên wek dersên di vî warî de, perwerdekirina polîs û dadweran û jimartina daneyan hene. Di sala 2025’an de tê xwestin ku armanca ku bigihîje asta “sifir femînîsîd”.

Bi hezaran kes tevlî meşa ku vê Yekşemê hat lidarxistin bûn. Tevgera Jinên Kurd a Belçîkayê jî tevlî çalakiyê bû.

Çalakiya ku ji aliyê Platforma Jinan a Mîrabal ve hat organîzekirin saet di 12:00 de li ber Gara Trenê ya Cantral destpêkir.

Meşa ku bi dirûşmeya “Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê” hat lidarxistin, heta bi Qesra Edaletê dewam kir. Jin careke din ji wir vegeriyan cihê ku meşê destpêkiribû.

Di meşê de alên YPJ û TJK-E hatin hilgirtin û pankartên “Ji qirkirina jinê re na”, “Ji bo cîhanek azad û wekhev têkoşîn” û “Li dijî şîdeta zilam dakevin kolanan” hatin hilgirtin. Di meşê de timî dirûşmeyên li dijî şîdeta li ser jinê hatin berzkirin.

Korteja jinên Kurd ku di tevahiya meşê de stranên Kurdî gotin, bala beşdaran kişandin.

Di axaftinên di çalakiyê de hatin kirin de rexneyên tund li pergala serdest a zilam hatin kirin, hate destnîşankirin ku qirkirina jinê berhema pergala modernîteya kapîtalîst e.

Di peyama Tevgera Jinên Kurd a di çalakiyê de hat xwendin de, bal hat kişandin li ser têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest ê zilam a 5 hezar salan û ev tişt hatin gotin: “Armanca sereke ya planên mêtingerî û dagirkeriyê yên Modernîteya kapîtalîst ku zîhniyeta zilamtî di lûtkeyê de ye jin in. Li aliyê din ve li hemû qadên cîhanê li dijî vê zîhniyetê têkoşîneke xurt tê meşandin. Sembola vê têkoşînê bêguman di şexsê şoreşa Rojava de jina Kurd e. Bi kevneşopiya jinên Kurd Sara, Bêrîtan û Arîn Mîrkan, cîhan îro bûye îlhama têkoşîna azadiya jinê.”