Betalkirina parlamenteriya Yuksekdag êrîşa li vîna jinê ye

Platforma Jinê ya 'NA' ya li Ewropayê, li ser betalkirina parlamenteriya Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag daxuyaniyek weşand û got, "Di şexsê wê de, beriya referandûma 16'ê Nîsanê êrîş li vîna jinên şoreşger hatiye kirin."

Di daxuyaniya nivîskî ya platformê de hat ragihandin, tifaqa AKP/MHP/Qesra Erdogan, bi betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê û Parlamentera Wanê Fîgen Yuksekdag re êrîşeke mezin li vîna azad a jinê kirine.

Platformê da xuyakirin, ku zîhniyeta AKP'ê ji roja destpêkê ya desthilatdariya xwe ve bi polîtîkayên faşîst êrîşî jinan dike û ev polîtîkayên wê yên vîna jinê ji nedîtî ve tê, şermezar kir.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşa li Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag hat kirin, polîtîkayeke qirkirina vîna jinên şoreşger e ku beriya referandûma 16'ê Nîsanê de hat kirin. Eniya NA, ku bi pêşengiya jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî mezin dibe, wê bi vîna tûj a jinan, eniya AKP/MHP/Qesrê di sindoqê de bifetisîne û bersiva pêwîst bide dîktatoriya bê sînor a dewleta Tirk a faşîst."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Birêz Fîgen Yuksekdag vîna me ye. Em vîna xwe ya bi dengê bi mîlyonan mirovî hatiye hilbijartin diparêzin û xwedî lê derdikevin."