Aydenîz: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê têkoşîn bê geşkirin

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz di Konferansa Jinê ya TJA'yê de axivî û got, "Di serî de jinên Kurd, yên ku dibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' divê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin."

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li konferansa bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê bi biryar in û di azadiyê de bi israr in" axivî û got,"Yên ku jinan qetil dikin, yên ku ji bo desthilatdariya xwe hewl didin qesrên xwe biparêzin bila bala xwe bidin ser vê salonê. Ev salon bersiveke mezin e li dijî komkujiyan."

Aydenîz diyar kir ku her kêliyê 'komkujî, şer û tecrîd dewam dike' û got, "Li dijî van hemûyan, jin timî têdikoşin. Her timî her qadê dikin qada azadiyê."

Aydenîz bal kişand ser çalakiyên protestoyî yên ji bo Jîna Emînî ku li Tehranê hate qetilkirin û got, "Rojhilatê Kurdistanê li hemberî komkujiyan li ber xwe dide û ev berxwedan ber bi azadiyê ve diçe. Em ji vê kongreyê hezar silavî ji Rojhilatê Kurdistanê re dişînin. Hezar silav ji jinên li Rojhilata Navîn li ber xwe didin. Silav li berxwedêran ku ji bo azadiyê li dijî dîktatoran li ber xwe didin."

Aydenîz destnîşan kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ji cîhanê re bûne mînak û wiha dewam kir, "Em ji ber xwe ve vê gotinê nabêjin. Jinên Kurd ji bo azadî û paşerojê berdêlên mezin dan û hîn jî didin. Sîstema hevserokatiyê ava kir. Ev sîstem hîn jî dwam dike. Em ê vê sîstemê heta dawiyê biparêzin. Weke jinên Kurd em vê sîstema Hevserokatiyê diyarî jinên cîhanê dikin. Em zanin ku xwediyê fikir û sîstema hevserokatiyê heye. Xwediyê vî fikrî li Girava Îmraliyê tecrîdkirî ye. Ji ber vê yekê di serî de jinên Kurd, yên kuk sîstema Hevserokatiyê diparêzin, yên ku dibêjin 'Jin, Jiyan, Azadî' divê têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan mezin bikin."