BI DÎMEN

Ararat: Di Newrozê de divê dirûşma 'NA' deng vede

Endama Koordînasyona KJK'ê Ararat: Di çalakiyên îsal ên Newrozê de girîng e dirûşmên 'NA ji dîktatoriyê re', 'NA ji rejîma faşîst re', 'Na ji pêşnûmeya heyî ya destûra bingehîn re' deng vedin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Evîndar Ararat, der barê pîrozbahiyên Newrozê û referandûma 16'ê Nîsanê de ji ANF'ê re axivî.

Ararat bibîr xist, Newroz di dîroka Kurdistanê de roja berxwedana li dijî Dehaqên zalim û nîşandana daxwazên azadiyê yên gelê Kurd e.

Ararat got, "Weke roja vejînê, xwedîderketina li nasname, ziman, çand, maf, azadî û axa xwe tê zanîn. Gelê Kurdistanê kevneşopî û çandeke bi vî rengî li Kurdistanê afirandiye. Bêguman ev kevneşopiya berxwedan, vejîn û têkoşînê ne tenê di roja Newrozê de, di tevahiya hefteya Newrozê de derdikeve asta herî bilind. Gelê Kurd bi hemû reng, xeml, sembol û nirxên çanda neteweyî ya Kurdistanê re gelê Kurd radibe berxwedanê. Bi vî rengî têkoşînê bêhtir watedar dike. Têkoşîna ku gelê Kurd meşand, bi ruhê vejînê yê berxwedanê gihîşt roja îro. Kurdistan bi sedan salan e di nava mêtîngeriyeke giran de ye. Li dijî polîtîkayên dewletên mêtînger, zîhniyeta netewe dewletê, li hemberî polîtîkayên ku nasname, reng, ziman û baweriyên cuda red dikin, berî her tiştî gelê Kurd li ber xwe dide."

'BI RUHÊ TÊKOŞÎNÊ YÊ 8'Ê ADARÊ WÊ BIHERIKIN QADAN'

Ararat bal kişand ser Rewşa Awarte ya li Kurdistanê û anî ziman, ku qedexe li her qada jiyanê hene.

Ararat destnîşan kir, tevî qedexeyên giran jî di 8'ê Adarê de jin daketin kolanan, bi coş, biryardariyeke mezin û israra azadiyê 8'ê Adarê pîroz kir. Ararat gt, "Ez bawerim wê di vê Newrozê de jî jin pêşengiyê ji çalakiyan re bikin. Ruhê têkoşîn û berxwedanê yê 8'ê Adarê wê biherike qadên Newrozê. Ji xwe dema Newroz tê gotin, di serî de kincên rengîn, xemlên neteweyî yên dayikan, ku qadên Newrozê dixemilînin tê bîra mirovan. Pîrozbahiyan ji xwe dest pê kirin, heman piştî 8'ê Adarê li Kurdistanê û Ewropayê gelê me dest bi çalakiyên Newrozê kirine."

Evîndar Ararat destnîşan kir, ku wê bi ruhê Newrozê yê Mazlûm Dogan, Sema Yuce, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan, têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî li ser bingeha avakirina Kurdistana azad, bi ser bixînin.

'SEDEMÊN JINAN ÊN JI BO DENGÊ 'NA' GELEKÎ ZÊDE NE'

Endama Koordînasyona KJK'ê Ararat bal bir ser referandûma ku wê di 16'ê Nîsanê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bê kirin û wiha axivî: "Dibe ku di nava civakê de sedemên her kesî yên ji bo dayîna dengê 'NA' gelek in. Lê belê sedemên jinan gelekî zêdetir in. Ji ber ku rejîma Erdogan dixwaze bîne, dîktatorî û rejîmeke faşîst e ku bi temamî li dijî jinê ye. Yanî li her qada jiyanê êrîşeke giran li jinê tê kirin. Dixwaze jinê di malê de bike hepsî, bixe xizmeta mêr û tenê weke amûrek jidayikkirina zarokan bê dîtin."

Ararat diyar kir, xweranegirtina li jinan bi Erdogan re gelekî eşkere ye û anî ziman, ji ber vê yekê li can, beden, jiyan û hemû mafên jinan êrîş tê kirin.

'JI BO PÊŞÎGIRTINA LI VÊ REJÎMÊ, GIRÎNG E KAMPANYA 'NA' BI XURTÎ WERE MEŞANDIN'

Ararat platform, însiyatîf û bangên jinan ên di vî warî de bibîr xist û got, "Di mijara 'NA' de atmosfereke xurt tê afirandin. Li derveyî welat, li nava Tiriyeyê pêwîste jin di asteke bilind de kampanya NA bimeşînin û pêşî li vê rejîmê bigirin. Divê em pêşî li vê rejîmê bigirin. Naxwe siberoja me wê ji destê me biçe. Siberoja civaka Tirkiyeyê ji xwe ji dest diçe, ber bi tarîtiyê ve diçe. Lê ev rejîm wê herî zêde jinan ber bi zinêr ve dehf bide ji bo tê wer bike. Ji ber vê yekê, eger em siberojeke azad dixwazin, eger em dixwazin mafên jinan bi pêş ve bibin, em dixwazin jiyana weke şexs û zayend ewle bikin, wê demê divê em pêşî li vê rejîmê bigirin û kampanya NA bi xurtî bimeşînin. Di heman demê de lazim e em xwedî li sindoqan derkevin."

'DI ÇALAKIYÊN NEWROZÊ DE DIVÊ DIRÛŞMA 'NA' DENG VEDE'

Ararat ji bo xurtirina kampanya 'NA' bal kişand ser çalakiyên Newrozê û got, "Newroz ji bo vê yekê gaveke girîng e. Di çalakiyên îsal ên Newrozê de girîng e dirûşmên 'NA ji dîktatoriyê re', 'NA ji rejîma faşîst re', 'Na ji pêşnûmeya heyî ya destûra bingehîn re' deng vedin."

Ararat bang li jinên Kurd û hemû jinan kir, ku biherikin qadên Newrozê û van qadan biryardariya azadiyê û rabûna li ber rejîma şexsekî, veguherînin şova dengvedana dengê NA.

Di dawiya axaftina xwe de Ararat Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû bi hezaran girtiyên têkoşîna azadiyê yên li zîndanan, hemû têkoşeran û gelê Kurdistanê pîroz kir.