Amed: Zilamê binketî bi şîdetê tola xwe ji jinê hiltîne

Endama KJK'ê Ayten Amed da xuyakirin, ku mijara şîdetê mijareke cîhanî ye û destnîşan kir, ku zilamê ji aliyê aborî, siyasî û çandî ve binketî ye, bi rêya şîdetê tola xwe ji jinê hiltîne.

Endama Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Ayten Amed der barê şîdeta li jinê, ji ajansa me re axivî. Amed da xuyakirin, ku zilam serdestiya li ser jinê weke serdestiya li ser tevahiya civakê dibîne û bi vê têgihiştinê tevdigere.

Amed diyar kir, mêrê desthilatdar, serdestiya li ser jinê weke desthilatdariya misoger têrker nabîne û hewl dide serdestiyê li ser tevahiya xwezayê çêbike. Amed destnîşan kir, mêrê serdest, her tiştê li derveyî kontrola xwe, yekser weke dijmin û dijberê sîstemê radigihîne û got, "Desthilatdarî tiştekî welê ye, her cûre şîdeta li her kesên li derveyî xwe rewşa dibîne."

Di dewama axaftina xwe de Ayten Amed da zanîn, ku zilam ji xurtbûna jinê ditirse û got, "Tirsa zilman ew e, ku eger jin bi hêz bibe, wê ji bin çavdêrî û kontrola zilam derkeve. Ev yek jî wê bibe sedem ku jin bikeve nava lêgerîna rê û rêbazên ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe ya bi hezaran salan jê hatiye standin. Gav bi gav wê li cewhera xwe vegere. Zilamê serdest vê yekê weke xeteriyek li ser desthilatdariya xwe dibîne."

Amed da xuyakirin, ku rastiya welatekî di heman demê de bi rewşa jinê ya li wî welatî, eşkere dibe û anî ziman, ji ber ku sîstema netewe dewlet li pir rengî û çanda Rojhilata Navîn nayê, li welatên vê herêmê şîdet gelekî derdikeve pêş.

Amed ragihand, yek ji sedemên esasî yên zêdebûna şîdeta roja îro ya li dijî jinê, zîhniyeta netewe dewlet e û ev tespît kir: "Zilamê ji aliyê desthilatdariyê di warê aborî, çandî û siyasî ve li pêşberî sîstemê li bin ketiye, ji ber ku nikare bi hikûmetê yan jî dewletê, berê xwe dide jinê. Ji bo mîkro desthilatdariya xwe biparêze, hewl dide li ser jinê û zarokan serdestiya xwe misgor bike. Zilamê binketî bi vê armancê şîdetê li jinê dike."

Ayten Amed da zanîn, ku dema ev şîdet derdikeve asta herêmî, hingî vediguhere hovîtiyê û hîn xetere dibe. Amed mînaka Başûrê Kurdistanê da û got, "Ji bo serdestiya xwe biparêze, amade ye ne tenê jinê, hemû civakê berteraf bike. Sîstema aboriyê ya ku ber bi îflasê ve çûye, di heman demê de rê li ber krîzeke civakî jî vekiriye û ev yek di nava malbatê de jî rê li ber pirsgirêkên giran vedike." Amed ragihand, mirovên ku herî zêde ji hemû krîzan zerarê dibînin jin û zarok in.

Amed di dawiya axaftina xwe de banga rêxistinbûnê li jinan kir û xwest, li dijî zîhniyeta serdestiya zilman têkoşîneke bi bandor bimeşînin.