BI DÎMEN

'Ala berxwedanê ya Gulnaz Karataş di destê Axînan de ye'

Gerîla Axîn Avaşîn, roja 4'ê Hezîranê li Şemzînanê, bi qasî 11 saetan li dijî artêşa Tirk şer dike û piştî ku guleyên wê diqede ji hevalên xwe re dibêje, "Silavên min li hemû hevalan bikin, ez jî mîna Bêrîtan im" û...

Gerîlaya YJA Starê Axîn Avaşîn, roja 4'ê Hezîranê tevî çar hevalên xwe bi qasî 11 saetan li dijî artêşa Tirk şer dike. Avaşîn li bejahiya navbera gundên Helankê û Meleyan ên navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê navber şer dike û piştî 11 saetan, bi rêya bêtêlê bi hevalên xwe re daxive û dibêje, "Silavên min li hemû hevalan bikin, ez jî mîna şehîd Bêrîtan im" û xwe ji zinar davêje. Û mîna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ew jî dibe efsaneyek.

Gerîla Bêrîvan Yardimci bi nasnav Axîn Avaşîn, di sala 1993'an de li gundê Meşkan ê navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik dibe. Gerîla Avaşîn ku malbata wê welatparêz e, ji zarokatiyê ve bi çanda PKK'ê mezin dibe û her tim dibêje, ew dixwaze tevlî nava jiyana gerîla bibe. Di sala 2010'an de tevlî nava refên gerîla dibe, ku ev yek xeyala wê bû. Avaşîn sedema tevlîbûna xwe jî di sala 2010'an de bi vî rengî vedibêje: "Ji ber dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re ez tevlî nava refên PKK'ê bûm. Hevrêtiya li nava me gelekî bala min dikişand û min dixwest yekser cih di nav de bigirim. Li Geverê lîstikên qirêj li ser gel û ciwanên me dihatin meşandin. Min jî xwest li çiyê bersivê bidim van lîstikan. Ji bo me çareseriya yekane şerê li çiyayên azad e. Ji bo tola tiştên li gelê me dikin hilînim, hatim vê derê. Ez hatim û min xwe li vir bêhtir nas kir. Min cewhera xwe baştir nas kir."

Avaşîn di Tebaxa 2010'an de êdî gerîlayek e. Derbasî herêma Xakurkê ya ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û tevlî perwerdeya şervanên nû dibe. Li Şemzînanê gerîlatiyê dike. Piştî 7 salan dixwaze li vê derê bibe milîtaneke baş a PKK'ê. Di sala 2012'an de di Operasyona Gel a Şoreşger de li bejahiya Şemzînanê şer dike. Êdî Avaşîn dibe ji Xakurkê.

BÊRÎTAN MÎRATEYA BERXWEDANÊ JI XAKURKÊ RE HIŞT

Gerîla Avaşîn dide ser şopa Karataş û li herêma Xakurkê gerîlatiya xwe xurtir dike. Li Xakurkê, ku Karataş teslîmiyet mehkûm kir, Avaşîn a berxwedêr jî li dijî artêşa Tirk di şer de teslîmiyetê red ike û xwe ji zinar davêje. Bi vî rengî, li Xakurkê teslîmiyet di şexsê gerîla Avaşîn de careke din mehkûm bû. Di salvegera 24. a çalakiya Gulnaz Karataş de, ku li dijî teslîmiyet3e kir, gerîla Avaşî jî bi çalakiya xwe ve careke din çanda berxwedanê ya jina Kurd zindî kir.

STAR: LI XAKURKÊ BI ŞERVANIYA XWE DIHAT NASKIRIN

Sara Star ku tevî gerîla Avaşîn li heman çeperê şer dikir, berxwedêriya Avaşîn bi vî rengî vegot: "Ji bo min rewşeke gelekî cuda bû ku min bi hevala Axîn re li heman çeperê cih girt. Kengî bibîr tînim rûkeniya hevala Axîn tê pêş çavên min. Hevala Axîn bi şervaniya xwe li Xakurkê dihat naskirin. Hêrs û kîna wê ya li dijî dijmin, hezkirina wê ya ji şer mezin dikir. Timî dixwest tevlî çalakiyan bibe. Bi çalakiyan dixwest tola gelê me û zarokên me hilîne."

Star da zanîn, jiyan û şerê Avaşîn hevgirtî bûn û wiha dewam kir: "Hevala Axîn di dema êrîşên herî giran ên dijmin de her li ber xwe dida. Timî di nava fermandariya baskê koma êrîşê ya çalakiyan de cih digirt. Min timî hîs dikir ku şehîd Axîn wê bi lehengiyeke mezin şehîd bibe. Ji xwe welê bû. Şehadeta wê bi lehengî bû. Em matmayî neman; ji ber ku hevala Axîn di nava jiyanê de ev nîşanî me dida. Hevala Axîn bala şehîd Bêrîtan careke din li ba da."

'SILAVÊN MIN LI HEMÛ HEVALAN BIKIN...'

Star berxwedana Avaşîn a li dijî leşkerên Tirk bi vî rengî vegot: "Hevala Axîn di nava dorpêçiya dijmin de derbên giran li dijmin da. Saet di navbera 07:00-18:00 de 11 saetan li ber xwe da. Hemû guleyên xwe bi kar anî. Dema cebilxaneya wê nema, bi rêya cîhaza biçûk bi hevalan re axivî û got, 'Silavên min li hemû hevalan bikin'. Dûre çeka xwe şikand û ji bo nekeve destê dijmin mîna çalakiya hevala Bêrîtan, hevala Axîn jî xwe ji zinar avêt."

...