Êrîşên dewleta Tirk di rojeva Parlamenta Awûstûrya de ne

Parlamenta Neteweyî ya Awûstûryayê pêşnûmeyek li ser daxwaza bidawîkirina êrîşên dagirkeriyê yên delweta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê wê îro bixe rojeva xwe.

Partiyên li muxalefetê; Partiya Sosyal Demokrat a Awûstûryayê (SPO), Partiya Azadiyê ya Awûstûryayê (FPO) û Forûma Lîberal û Awûstûrya ya Nû (NEO) li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê ku di nava sînorên fermî yên Sûriye û Iraqê de ne, pêşnûme qanûnek amade kirin. Di pêşnûmeyê de hate xwestin ku dawî li êrîşên dewleta Tirk bê anîn û Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere.

Di pêşnûmeyê de her wiha bang li hikumeta Viyanayê hate kirin ku hişyariyê bide rêveberiya Enqereyê. Pêşnûme destpêkê di hefteya derbasbûyî de kete rojeva Komîsyona Karên Derve ya Parlamenta Neteweyî. Piştî nîqaşên li komîsyonê, şirîkên hikumetê Partiya Gel a Awûstûryayê (OVP) û Partiya keskan jî daxuyanî dan û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêşnûmeyê.

OVP: BILA ZEXTÊN LI SER HDP'Ê BI DAWÎ BIBIN

Şirîkê herî mezin ê hikumetê OVP ku serokwezîr jê ye, diyar kir ku ji bo Tirkiye bigihêje asta nirxên mafên mirovan û dewleta hiqûqê, ji bo rojnamevanên girtî bêne berdan û zextên li ser HDP'ê bêne bidawîkirin, divê kar bê kirin. SPO ya li muxalefetê jî ji Wezîrê Karên Derve Alexander Schallenberg xwest ku ji bo şermezarkirina doza girtina HDP'ê daxuyaniyekê bide.

Piştî nîqaşên li komîsyonê, bi pêşniyara partiyên li nava hikumet û muxalefetê pêşnûme qanûn wê îro danê nîvro bikeve rojeva Parlamenta Neteweyî. Pêşnûme bi pêşengiya parlamenter Dr. Reinhold Lopatka, Dr. Ewa Ernst-Dziedzic, Petra Bayr û Dr. Helmut Brandstätter hate amadekirin. Tê payin ku bi piraniya dengan di rûniştina îro de bê qebûlkirin.