5 Jin li Îzmîrê hatin girtin

Endama Desteya Birêvebir a Navendî ya HDP’ê Îdîl Ûgûrlû jî di nav de, 5 jin hatin girtin.

Endama Desteya Birêvebir a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ûgûrlû, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demir, Hayat Îzgî û Newroz Çelîk ku 22’yê Adarê li Îzmîrê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin, piştî dayîna îfade sewqê dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê, bêyî ku îfadeyê her pênc jinan bigire, “Endamtiya rêxistinê“ û gotinên şahîdên eşkere û veşarî kirin hincet û bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Silh û Cezayê kirin. Dadgehê, her pênc jin jî girtin.

Tevlêbûyîna xebatên HDP’ê û TJA’yê ya jinan, sûc hat hesabkirin.