25 jinên girtî hatin sirgûnkirin

25 jinên girtî yên di Girtîgeha Tîpa E ya Amedê de, hatin sirgûnkirin.

25 jinên ku dema li Sûrê "Qedexeya kolanan" hatibû îlankirin asê mabûn û piştî ku hatibûn binçavkirin û girtin, hatin sirgûnkirin.

Ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, 25 jinên girtî ku di dema "Qedexeya kolanan" de li Sûrê asê mabûn û piştî ji navçeyê hatibûn tehliyekirin hatibûn girtin, hatin sirgûnkirin. Hat destnîşankirin ku jinên hatin sirgûnkirin şandine Girtîgeha Xarpêtê. Di nava jinên ku hatin sirgûnkirin de Remziye Tosûn a tevî keça xwe Beritana 2 salî jî heye.