Yekîtiya Parêzeran wê sibe bi rêya înternetê civîna çapemeniyê lidar bixe

Ji bo Mafên Demokrasî û Mirovan Yekîtiya Parêzerên Ewropa (ELDH) têkildarî mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re, wê 20’ê Îlonê li gorî saeta Brukselê di 12:30’an de civîna çapemeniyê ya onlîne lidar bixe

Eûropean Assocîatîon of Lawyers for Democrasy & Human Rîghts (Ji bo Mafên Demokrasî û Mirovan Yekîtiya Parêzerên Ewropa – ELDH) têkildarî mafê hevdîtinê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi parêzeran re, wê sibe civîna çapemeniyê ya onlîne lidar bixe

ELDH’ê ji bo civînê daxuyaniyek bi sernava “Bi seda parêzer ji bo serdana Rêberê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, serlêdanê dikin” weşand.

Di daxuyaniyê de di derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî jê nayê girtin, wiha hate gotin: “Rewşa li girtîgeha Îmraliyê, ji aliyê parêzerên cîhanî ve weke tecrîcedek taybet û cûdakar tê qebûlkirin. Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê weke Nelson Mandela yê Kurd ê li girtîgeha Girava Robben, tê dîtin.”

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku cîhanê ji bo 2000 parêzer serdana girtîgeha Girava Îmralî ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê tê ragirtin bikin, name ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re şandiye û wiha hate gotin: “Li seranserê cîhanê bi sedan parêzeran, di çarcoveya hiqûqa hundir a Tirkiyeyê de ji bo serdana Birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin, daxwazên xwe bi awayek zelal anîne ziman û serlêdanên xwe gihandine.”

Civîna çapemeniyê ya bi rêya înternetê, wê 20’ê Îlonê li gorî saeta Brukselê di 12:30’an de bê lidarxistin.

Hûn dikarin bi lînka li jêr Civîna çapemeniyê bişopînin:

https://us02web.zoom.us/j/84691691356?pwd=bkd2QVBsUFNLcHQwTFpBVWlaTTR5UT09