Yek ji sembolên berxwedana li dijî Naziyan Odette Nilès jiyana xwe ji dest da

Yek ji sembolên berxwedana li dijî dagirkeriya Naziyan a li Fransayê Odette Nîlès di 100 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku Odette Nilès şeva di navbera În û Şemiyê de jiyana xwe ji dest daye.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser Twitterê parve kir û diyar kir ku "Odette Nîlès sedsaleke dilsozî û azadiyê temsîl dikir" û da xuyakirin ku ew ê girêdayî bîranînên wê bin.

Nilês di 27’ê Kanûna 1922’an de li Parîsê ji dayik bûye. Ji sala 1940’î û pêve ew bû endamê Komûnîstên Ciwan. Di dema dagirkeriya Naziyan de belavok belav kirin û beşdarî xwepêşandanan bû. Ew di Tebaxa 1941’an de hate girtin û li kampek li herêma Loire-Atlantique ya li rojavayê welêt hate ragirtin. Li wir ew komunîstê navdar û berxwedêr Guy Moquet nas kir. Moquet tevî 47 serhildêrên din hat înfazkirin.

Li ser sînorê di navbera jin û mêran de beriya darvekirinê, Nîlês soz dabû Moquet maçekî ku ew careke din nikaribe bide. Lê peyama dawî ya Moquet ji Odette Nilès re ev bû: "Bêyî ku tiştê te soz da min pêk were (…) ez ê bimirim."

Odette Nilès, ji ber vê sedemê her tim weke ‘dergistiya Guy Moquet" dihate dîtin, paşê sê salan şandin kampên din. Di sala 1944’an de ji kampa Mérignac reviya û li Bordeaux tevlî Berxwedana bû.

Piştî şer, Odette Niles bi îdeala komunîst re dilsoz ma û têkoşîna xwe ya ji bo mafên jinan berdewam kir.

Sekretera Netewî ya Partiya Komunîst a Fransayê Fabien Roussel jî diyar kir ku, Fransa rûyê berxwedaneke mezin winda kiriye û wiha got: “Ew tu carî dest ji vegotina çîroka xwe, çîroka me û nirxên van jin û mêrên ku em îro azadiya xwe deyndarê wan in berneda.”