Têkoşer Gimgim li Mantes la Jolîeyê hat bibîranîn

Têkoşîna Gimgim ku 26’ê Adarê li Cîloyê şehîd bû, ji aliyê bi hezaran kesan ve li Mantes la Jolîeye hat bibîranîn, maliyên şehîd anî ziman ku ew bi kurê xwe şanaz in.

Têkoşer Gimgim (Delîl Yilmaz) û hevalên xwe ku 26’ê Adara 2017’an li Cîloyê şehîd bûn, bi merasîmeke girseyî li banliyoya Mantes la Jolîe ya Parîsê hatin bibîranîn.

Merasîm, li salona Le Prestige d'Épône hat danîn. Wêneyên fermandar Egîd (Mahsûn Korkmaz) û şeş şehîdên Parîsê li salonê hatin daliqandin û salon bi alên PKK’ê hat xemilandin. Goşeyekê mezin ji bo bibîranînê hat çêkirin.

Bi hezaran Kurdistanî tev li bibîranînê bûn. Bibîranîn, bi rêzgirtina ji bo hemû şehîdên şoreşê dest pê bû.

Malbata Têkoşer Gimgim jî li bibîranînê bû. Sabriye Yilmaz a dayika Têkoşer û bav Ercan Yilmaz, Celîl Akdogan li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan, Hevseroka CDK-F’ê Xanê Akdogan dor bi dor axivîn.

Xanê Akdogan bi bibîranîna Şehîdên Şoreşa Kurdistanê dest bi axavtina xwe kir û got ku ew ê bidin ser şopa mîrateya bi rûmet ku şehîdan hiştiye û soza geşkirina têkoşîna şehîdan da.

Celîl Akdogan ku li ser navê malbatên şehîdan, bi xwestina sersaxiyê ji malbata Têkoşer Gimgim û hemû gelê welatparêz re, dest bi axavtinê kir û cardin soz da ku ew ê têkoşîna şehîdan bi serkeftinê tacîdar bikin.

Maliyên Şehîd Têkoşer jî anî ziman ku kurê wan şehîdê Kurdistanê ye û ew pê şanaz in. Li bibîranînê bêyî navber dirûşmeya “Şehîd namirin“ hat berzkirin.

Bibîranîn, bi nîşandana sînevîzyona li ser jiyana Têkoşer Gimgim dewam kir. Hunermendê TEV-ÇAND’ê ya Parîsê Ûlaş Kelaşîn, strana “Rêhevalê Min“ a muzîkjen Mîr Perwer ku 23’yê Kanûna 2022’yan hat qetilkirin, got.

Bibîranîn, bi xwestina sersaxiyê ji malbatê re bi dawî bû.