BI DÎMEN

Siyasetmedar û dîplomatên Awûstûryayî: Divê hikumeta Tirk ji bo aştiyê gavê biavêje

Siyasetmedar û dîplomatên Awûstûryayî diyar kirin ku ji bo çareseriya pirsirêka Kurd firsendek hatiye afirandin û gotin, divê Rêber Apo tavilê bê berdan û dewleta Tirk ji bo aştiyê gavê biavêje.

BANGA RÊBER APO YA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK

Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer, Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Heidi Sequenz, Parêzerê Viyanayî Clemens Lahner, Siyasetmedar û Pispora Polîtîkaya Derve Ewa Ernst-Dizedzic, Parlamentera Partiya Kesk a Awûstûryayê Berîvan Aslan ji bo berdana Rêber Apo û gavavêtina dewleta Tirk bang kirin.

FISCHER: DIVÊ HIKUMETA TIRK JÎ JI BO AŞTIYÊ GAVÊ BIAVÊJE

Serokkomarê berê yê Awûstûryayê Heinz Fischer anî ziman ku ji bo şerê bi salan ê navbera Tirkiyeyê û Kurdan çareser bibe, divê herdu alî gavê biavêjin. Fischer destnîşan kir ku Rêber Apo ji bo aştiyê gaveke girîn avêt û pêwîste hikumeta Tirk jî bersiva vê yekê bide.

Heinz Fischer destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a bi dehan salan a li Tirkiyeyê firsendek afirî ye û got, "Di navbera hikumeta Tirk û gelê Kurd de bi salan e şerek diqewime. Eger ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, yan jî qet nebe ji bo kêmkirina vê pirsgirêkê firsendek hebe, herdu alî jî divê gavê biavêje. Ocalan bi wêrekî gav avêt. Hikumeta Tirk jî divê bi rengekî rast nêzî gelê Kurd bibe. Tenê dema ku herdu aliyan bi biryardarî ji bo aştiyê hewl dan, hinî dikare bi ser bikeve."

Fischer anî ziman ku salên dûr û dirêj e ew Rêber Apo nas dike, cihê wî yê li nava dîroka siyasî ya li Tirkiyeyê dişopîne û bal kişand ser salên li girtîgehê yên Rêber Apo û şerê ku diqewime. Fischer têkildarî bûyerên dawî got, "Ez 86 salî me û pêvajoya beriya girtina Ocalan tê bîra min. Wê demê ji herdu aliyan jî gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Piştre Ocalan li Îmraliyê hate ragirtin û ev rewş weke pirsirêke bi salan ma ku nehate çareserkirin. Lê belê eger Ocalan gaveke girîng diavêje ku berê nepêkan bû û bi PKK'ê re banga 'çekdanînê' li Kurdan dike, divê ev firsend bê bikaranîn. Hikumeta Tirk jî divê bersiveke erênî bide vê bangê û ji bo aştiyê gavekê biavêje."

'GAV Û PÊŞKETINÊN YEKALÎ TÊRÊ NAKIN'

Fischer destnîşan kir ku pêvajoyên aştiyê tenê bi gavên herdu aliyan dikare bi pêş ve biçe, gavên yekalî têrê nakin û got, "Ji bo çareseriya şerekî, divê herdu alî tevbigerin. Dema ku aliyekî gav avêt, divê aliyê din jî bersivê bide. Ocalan gava destpêkê avêt. Eger hikumet jî li pêş raya giştî bersivê bide, hingî ji bo aştiyeke mayinde gav wê bê avêtin. Divê guh bidin peyama Ocalan û li gorî vê jî rêyeke çareseriyê bê peydakirin."

'NIHA JI BO AŞTIYÊ FIRSENDEKE MEZIN HEYE'

Heinz Fischer bi bîr xist ku berê di nava demokrasiyên Rojavayî de têkildarî Tirkiye, Rêber Apo û PKK'ê hin hewldanên çareseriyê hatin kirin, lê belê piraniya wan bi ser neketin. Fischer diyar kir ku niha firsendeke rasteqîn bi dest ketiye û got, "Di nava 20 salên dawî de li demokrasiyên Rojava ji bo çareseriya vê pirsirêkê gelek pêşniyar hatin kirin. Piraniya wan jî bi ser neketin. Lê belê niha li ber destê me firsendeke rasteqîn heye û divê bê bikaranîn. Kevirê herî hişk jî dema ku tu avê berde ser, wê şeklê xwe biuherîne. Piraniya hewldanên bi salan bê encam man, lê belê îro şensek afirî. Eger ev firsend neyê bikaranîn wê bibe windahiyek mezin. Herdu alî jî ji bo aştiyê divê gavê biavêje û vê pirsgirêkê bi rengekî mayinde çareser bike."

SEQUENZ: GAVA BI WÊREKÎ YA OCALAN DIVÊ BÊBERSIV NEMÎNE

Parlamentera Partiya Keskan a Viyanayê Heidi Sequenz anî ziman ku gava Rêber Apo ji bo aştiyê avêt gelekî girîng û wêrek e, Tirkiye jî divê bersiva vê yekê bide.

Heidi Sequenz peyama Rêber Apo ya ji bo fesihkirina PKK'ê û rawestandina şerê leşkerî weke hewldaneke bi wêrekî pênase kir û got, "Ev gava ku Ocalan avêt ne tenê girîng e, di heman demê de gelekî wêrek e. Gotina 'Em dawî li şerê leşkerî tînin, PKK'ê fesih dikin' gaveke gelekî mezin e. Lê belê di vir de divê aliyê Tirkiyeyê jî bersivê bide. Mixabin heta niha me gaveke bi vî rengî nedîtiye."

'ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ ZERARÊ DIDE PÊVAJOYA AŞTIYÊ'

Heidi Sequenz bi bîr xist ku êrîşên li hemberî Kurdan dewam dikin, ev yek zerarê dide baweriyê û got, "Dema dawî min êrîşek li ser malbateke li Rojava û mirina sivîlan bihîst Bûyerên bi vî rengî teqez zerarê dide baweriyê û zerarê dide pêvajoya aştiyê."

'DIVÊ EWROPA PÊŞNIYARA AŞTIYÊ YA OCALAN BIXE ROJEVA XWE'

Heidi Sequenz destnîşan kir ku serokdewletên Yekîtiya Ewropayê, bi giştî jî Ewropa divê banga aştiyê ya Rêber Apo bibînin û got, "Bi rastî jî ya girîng ew e ku serokdewletên Yekîtiya Ewropayê û Ewropa pêşniyara aştiyê ya Ocalan bixin rojeva xwe û ji raya giştî ya berfireh re ragihînin. Naxwe ev hewldan wê bi bandor nebe. Mafê peyama Ocalan heye ku bi xurtî li cîhanê bê bihîstin."

'ABDULLAH OCALAN DIVÊ TAVILÊ BÊ BERDAN'

Heidi Sequenz anî ziman ku ragirtina Rêber Apo salên dûr û dirêj li hucreya yek kesî kiryareke li dijî mirovahiyê ye û destnîşan kir ku divê tavilê bê berdan. Sequenz got, "Ti kes nabe ku ewqasî demdirêj bê tecrîdkirin. Hikumeta Tirk divê tavilê vê helwestê biuherîne û Ocalan bi lez berde. Hîn wê çiqasî li Îmraliyê tecrîd bike?"

LAHNER: ABDULLAH OCALAN NÛNERÊ GELÊ KURD Û SEMBOLEKE XURT E

Parêzerê ji Viyanayê Clemens Lahner banga aştiyê ya Rêber Apo ji bo çareseriyeke mayinde û ji dil weke hewldaneke girîng pênase kir. Lahner destnîşan kir ku divê Tirkiye vê firsendê bi kar bîne û bi gelê Kurd re danûstandinên cidî bike.

Clemens Lahner diyar kir ku salên dûr û dirêj ew bi civaka Kurd re xebitî û banga Rêber Apo bi vî rengî nirxand; "Banga ku Abdullah Ocalan kir ji bo aştiyeke mayinde ya Kurdan û gelên Tirk hewldaneke cidî ye. Ev yek înîsiyatîfeke gelekî girîng e û em hêvî dikin ku Tirkiye wê vê firsendê bi kar bîne û bi Tevger Azadiyê ya Kurd re dest bi danûstandinên cidî bike. Ocalan salên dûr û dirêj e tecrîdkirî ye. Tirkiye wî weke terorîst bi nav dike lê belê Ocalan ji bo gelê Kurd nûnerek e, semboleke xurt e. Rola wî ya di pêvajoya aştiyê de gelekî girîng e. Ev şer bi rêbazên leşkerî bi ser nakeve. Ne Tevgera Azadiyê ya Kurd ne jî artêşa Tirk dikarin serketineke leşkerî bi dest bixin. Ji ber vê yekê jî yekane rêya çareseriyê lihevkirina siyasî û demokratîk e."

'MAFÊN MIROVAN JI BO HER KESÎ DERBAS DIBE'

Lahner işaret bi girîngiya piştevaniya navneteweyî kir, bi bîr xist ku mafên mirovan gerdûnî ye û got, "Piştevaniya navneteweyî gelekî girîng e. Eger em qala mafên mirovan dikin ev maf ji bo her kesî divê derbasdar bin. Mafên mirovan ya ji bo her kesî heye yan jî ji bo kesî nîne. Mafên gelê Kurd bi qasî mafên me girîngg e. Dema ku mafê gelekî hate binpêkirin, mafên her kesî dikeve xeteriyê. Ji ber vê yekê divê em bi hev re li ber rabin, biaxivin û çareseriyeke hevpar bibînin."

EWA ERNST-DIEDZIC: TIRKIYE AMADE NÎNE KU GAVA AŞTIYÊ BIAVÊJE

Siyasetmedara Awûstûryayî û Pispora Polîtîkaya Derve Ewa Ernst-Dziedzic anî ziman ku zextên li hemberî gelê Kurd li Tirkiyeyê hîn jî dewam dikin, Tirkiye bi rengekî samîmî nêzî pêvajoya aştiyê nabe û diyar kir ku Rêber Apo salên dûr û dirêj bi rengekî bêhiqûqî tecrîdkirî ye û divê bê berdan.

Ernst-Dziedzic diyar kir ku li Tirkiyeyê zexta li ser muxalefetê zêde bûye û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamolû bi vî rengî rexne kir, "Min bihîst ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê hatiye girtin. Li Tirkiyeyê dadgerî serbixwe nîne û ev yek jî tesadufî nîne. Erdogan weke ku her carê dike hewl dide zextê li muxalefetê bike û bombeyan li herêmên Kurdan dibarîne. Halbûkî hêviya aştiyê hebû û dihate gotin, bi Tirkiyeyê re lihevkirinek dikare bê kirin. Lê belê Tirkiye li şûna ku destûra jiyaneke aştiyane bide gelê Kurd, polîtîkaya zextê dewam dike."

'TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN BÊHIQÛQÎ Û BÊEDALETÎ YE'

Ewa Ernst-Dziedzich bi dewamî got, "Ocalan demeke dirêj e bi rengekî giran tecrîdkirî ye û divê êdî bê berdan. Kurdan gelek caran anîn ziman ku ew ji danûstandinê û agirbestê re amade ne, lê belê ev yek her tim bi yekalî bû. Tirkiyeyê ti carî bersiv neda û hîn jî ji bo aştiyê gaveke şênber neavêje. Li Sûriyeyê jî Kurd xwedî hêviyeke mezin a aştî û lihevkirinê ne û di nava dewletê de dikarin bi rolekê rabin. Lê belê ez bi guman im ku ev pêvajo bi ser bikeve. Ji ber ku heman piştî lihevkirina bi Kurdan re ya ji 8 xalan Serokdewletê Sûriyeyê eşkere kir ku ew serwerê yekane yê welêt e û Îslam ola fermî ye. Kurd û hindikahiyên din bi lez hatin jibîrkirin û mafên jinan ji nedîtî ve hatin."

'ELEQEYA ERDOGAN BI AŞTIYÊ RE NÎNE'

Ewa Ernst-Dizedzic anî ziman ku Tirkiye niha bi pêvajoya aştiyê re girêdayî nîne, zexta li ser Kurdan û muxalefetê dewam dike û got, "Li Tirkiyeyê zext dewam dikin û li hemberî Kurdan û muxalefetê zext zêde dibin. Mirov têne girtin. Divê kes bawer neke ku Erdogan bi rastî jî bi aştiyê re eleqedar dibe."

BERÎVAN ASLAN: PÊVAJOYA AŞTIYÊ DIVÊ DI BIN KONTROLA NAVNETEWEYÎ DE BE

Parlamentera Partiya Keskan a Awûstûryayê Berîvan Aslan jî destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî pêvajoya li Tirkiyeyê hîn bêhtir kontrol bike û ji bo pêkhatina aştiyê jî divê giranî ji dîplomasiyê re bê dayin. Berîvan Aslan bi dewamî got, "Rastî ev e ku bi mirinê em nikarin bibin xwişk û bira. Gelê Kurd û gelên din xwedî mafê jiyana bi rûmet in. Lê belê ev pêvajo divê ji aliyê aktorên navneteweyî ve hîn bêhtir ji nêz ve bê şopandin. Pêvajoya aştiyê divê destpê bike û vê carê ders ji tecrûbeyên têkçûyî bêne werirtin û li ser hîmên xurt bê danîn."

'WEKE SIYASETMEDAR EM AMADE NE BI BERPIRSYARÎ RABIN'

Berîvan Aslan got, "Ji bo pêvajoyeke hîn xurt a aştiyê bi dîtina min divê aktorên navneteweyî jî tevlî pêvajoyê bibin. Dîplomasî divê bingeha vê pêvajoyê be Pêvajoyeke xurt a aştiyê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Ewropa û tevahiya cîhanê jî irîng e. Weke siyasetmedar em amade ne bi berpirsyariya xwe rabin."