Sendîkayên Îngilistanê nameya şermezarkirina dagirkeriyê dan Sefaretxaneya Tirkiyê

Nûnerên 16 sendîkayên Brîtanyayê nameyek vekirî ji Sefaretxaneya Tirkiyê ya li Brîtanyayê re şandin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û bomberdûmana Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di nameya ku ji aliyê nûnerên sendîkayan ve hatî îmzekirin de hat diyarkirin ku Îngilistanê ji Îrlandaya bakur dizane ku şer tenê li ser maseya muzakereyê dikarin bên çareserkirin û bal hat kişandin li ser pêvajoya navbera salên 2013-2015'an a di navbera Tirkiye û PKK'ê.

Di nameyê de bang li dewleta Tirk hat kirin ku dawî li polîtîkayên xwe yên tundî û çewisandinê bîne û însiyatîfeke nû ya aştiyê pêş bixe.

Navên kesên name îmze kirine ev in:

Sekreterê Giştî yê ASLEF’ê Mîck Whelan

Sekreterê Giştî yê SWÛ’yê John McGowan

Sekretera Giştî ya BFAWÛ’yê Sarah Woolley

Sekreterê Giştî yê TSSA’yê Manûel Cortes

Sekreterê Giştî yê CWÛ’yê Dave Ward

Sekreterê Giştî yê ÛCÛ’yê Vîcky Blake

Sekreterê Giştî yê GMB’ê Gary Smîth

Sekreterê Giştî yê Ûnîte the Ûnîon, Şaron Graham

Sekreterê Giştî yê NEÛ’yê Mary Boûsted

Sekreterê Giştî yê GFTÛ’yê Doûg Nîcholls

Sekreterê Giştî yê NEÛ’yê Kevîn Coûrtney

Sekretera Giştî ya STÛC’ê Roz Foyer

Sekreterê Giştî yê PCS’ê Mark Serwotka

Sekretera Giştî ya TÛC ya Wales’ê Shavanah Taj

Sekreterê Giştî yê RMT’ê Mîck Lynch

Clare Mellor, CEO Thompsons Solîcîtors