Salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê li Torontoyê hat pîrozkirin

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê, salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kirin.

Kurdên li bajarê Toronto yê Kanadayê dijîn, salvegera 44’emîn a damezrandina PKK’ê bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Torontoyê û bi tevlêbûna bi sedan kesan li avahiya Navenda Civaka Kurd pîroz kirin.

Merasîm ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna şoreş û demokrasiyê de şehîd bûne, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre sînevîzyonek têkildarî têkoşîna azadiyê ya ku PKK’ê bi komekê re destpê kirî, lê niha bûye îradeya milyon kesan, hat temaşekirin.

Girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” berz kir.

Salona merasîmê bi alên PKK, KCK, YPG, YPJ, PJAK, PJAK û HPG’ê û alên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser bûn, hat xemilandin.

‘PKK VEJÎNA GELÊ KURD E’

Di axaftina li ser navê Tevgera Ciwanan hat kirin de, hat gotin ku PKK vejîna gelê Kurd û tevgera azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn e.

Nûnerê KNK’ê diyar kir ku êdî dema hatiye ku hemû Kurd bên ba hev û banga li Kurdan kir ku bibin yek.

Hevserokên ku li ser navê meclîsê axivîn, qala girîngiya PKK’ê ya di jiyana Kurdan de kirin û destnîşan kirin ku PKK ziman û nasnameya hemû gelên ku hatin çewisandin, rastî zextê hatin û di lêgerîna azadiyê de ne, ye û Kurd wê ji vir û şûn de bi ruhê PKK’ê têkoşînê bilind bikin.

Pîrozbahî bi berzkirina dirûşmeyan gerandina govenda bi coş, bi dawî bû.