Rojnameya L'Humanite bi manşetê bal kişand ser êrîşên kîmyewî yên Tirkiyeyê

Êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bû mijara manşetê ya rojnameya L'Humanite. Rojnameyê ragihand, rojnamevan û doktorên li Tirkiyeyê dan pey mijarê hatine girtin.

Di nûçeya rojnameyê de nêrîna pisporan a li ser dîmenên di ajansa me de hatin weşandin, hate parvekirin. Dr. Jan van Aken ji L'Humanite re axivî û got, "Em balê dikişînin ser pirsgirêkên cidî ku divê bêne lêkolîn."

Dr. Beppe Josef Savary-Borioli jî got, "Nepêkane ku mirov tenê li gorî dîmenan teşhîsekê dayne. Lê belê dema ku min dîmen dît, madeya ku hate bîra min M-CPP bû. (…) Ev made mîna ku bi vê şervana dikene re cara dibe sedema ken, carna jî kabûsê. Dema bi asteke bilind de tê bikaranîn, mîna ku bi vê şervana dîmenê wê hatiye kişandin re dibe sedema tabloyeke klînîkê: koma, hiperventilasyon, kramp, nobedên epileptik. Dema pir zêde hate bikaranîn jî dibe sedema mirinê, mirineke gelekî biêş."

Rojnameyê di nûçeyê de her wiha cih da rapora IPPNW ku piştî serdana Başûrê Kurdistanê amade kir. Di nûçeyê de hate ragihandin ku destûr ji heyeta IPPNW re nehatiye dayin ku xwe bigihîne herêmên bombardûman lê hatiye kirin, hevdîtinê bi kesên ku madeyên kîmyewî bandor li wan kiriye û hate destnîşankirin ku dane ji ber vê yekê nekarîne bêne lêkolîn.

Dr. Beppe Savary-Borioli têkildarî mijara lêpirsîneke gengaz axivî û got, "Ji bo dewletek di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de yan jî bi erka Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî daxwaza lêpirsîneke fermî bixwaze, bi têra xwe delîl hene."

Di nûçeyê de hate ragihandin ku li Tirkiyeyê banga ji bo lêpirsîneke serbixwe jî hinceta girtinê ye û girtina Şebnem Korûr Fîncanci hate bibîrxistin.

L'Humanite her wiha cih da sicîla dewleta Tirk a têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî û diyar kir, ku li Serêkaniyê qurbanekî şer kete bi bandora bikaranîna fosfor a spî, Hûlûsî Akar jî li xwe mikur hat ku li hemberî gerîlayên HPG'ê bombeyên gazê yên çavan dişewitîne bi kar anîne.