Qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan hatin bîranîn

Li bajarên Den Haag a Holandayê, di mîtînga hatî lidarxistin de qurbaniyên Qirkirina Êzidiyan hatin bîranîn û bang li hikûmeta Holandayê hat kirin ku Qirkirina Êzidiyan nas bike.

Li bajarê Den Haag a Holandayê, qurbaniyên qirkirina ku çeteyên DAÎŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê pêk anî, hatin bîranîn.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Den Haagê Kurd û dostên wan, li ber avahiya Şaredariya Den Haagê hatin ba hev û mîtingek lidar xistin. Mîtîng ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirinê û Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di axaftinên di mîtîngê de hatin kirin, hat diyarkirin ku çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker, li pêş çavê cîhanê Êzidî di qirkirinê re derbas kirin.

Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku gelê Kurd û civaka Êzidî, hîna bi qirkirinekê re rû bi rû ne û hat tekezkirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide tola DAÎŞ’ê hilîne.

Her wiha hat ragihandin ku gerîlayan gelê xwe parast, li pêşiya qirkirinê hat girtin û wiha hate gotin: “Hêza Parastina Cewherî ya gelê Kurd hîna di ‘lîsteyên qedexekirî’ yên Ewropa de ne, ev ji bo Ewropayê şermezariyek e.”

Di dawiyê de bang li hikûmeta Holandayê hat kirin ku Qirkirina Êzidiyan nas bike û berpirsan ceza bike.