Qetlîama faşîstên AKP û MHP’ê li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin
Qetlîama ku ji aliyê faşîstên AKP û MHP’ê li Merama Konyayê hatibû kirin li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
Qetlîama ku ji aliyê faşîstên AKP û MHP’ê li Merama Konyayê hatibû kirin li gelek bajarên Ewropayê hate şermezarkirin.
PARÎS
Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de daxuyanî hate day^+in û hate gotin “Wê polîtîkaya tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê tu carî bi ser nekeve. Hemû kesên ku li hemberî vê qetlîamê bêdeng mane, berpirsê vê qetlîamê ne. Wê Kurd li her derê berxwedana xwe bidomînin.”
Çalakî bi sloganên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.
TOÛLOÛSE
Li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî qetlîam hate protestokirin. Di çalakiyê de hate xwestin divê vê feraseta li ser gelê Kurd bi dawî bibe.
RENNES
Li bajarê Rennesê yê Fransayê jî qetlîama li Konyayê hate protestokirin.Çalakger saet di 17.00’an de ji Place du Colombîerê heta avahiya Şaredariyê meşiyan. Çalakgeran sloganên ‘Bimire faşîzma AKP û MHPê’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Tolhildan berz kirin’ û belavok belav kirin.
MONTPELLÎER
Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî qetlîama faşîstên AKP û MHP’ê hate protestokirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku ev qetlîam bi awayekî bi plan û organîzebûyî hatiye kirin. Di çalakiyê de belavoka bi Fransî hate xwendin û çalakî bi sloganan bi dawî bû.
OSLO
Li Osloyê ya ku paytexta Norweçê ye qetlîama li Konyayê hate prostestokirin.
Endam Aso li ser navê NCDK Oslo axivî û nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Ewropayê da.
Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’, ‘Azadî ji Kurdistanê re’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ bi dawî bû.
HELSÎNKÎ
Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin. Çalakger li pêşiya Norîkantorî kom bûn û bi sloganan qetlîama li Konyayê şermezar kirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haagê ya Hollandayê jî li pêşiya parlementoyê qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê piştgiriyê bidin malbata Dedeogûllari û bang li dewleta Hollandayê û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku bila li hemberî dewleta Tirk a faşîst helwesta xwe zelal bikin.