Qetilkirina Jîna Emînî li Ewropayê bi çalakiyan tê şermezarkirin-HATE NÛKIRIN

Li bajarên Ewropayê çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Emînî didomin.

Li gelek bajarên Ewropayê li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve, didomin.

MELBOÛRNE

Li bajarên Melboûrne yê Avûstralyayê, Kurdistaniyan dewleta Îranê protesto kir.

Bi hezaran kes li ber Pirtûkxaneya Vîctorîayê hatin ba hev û berxwedana li Rojhilat û Îranê silav kirin.

Hinek çalakvanan pora xwe qut kirin.

Meş heta navenda Federastîonê dewam kir

HAMBÛRG

Yekîtiya Jinên Kurd ên Elmanyayê (YJK-E) ji bo Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê polîsên exlaq ve hate qetilkirin, Anûsh Abetyan a ji aliyê leşkerên Azerbaycanê ve bi dest dirêjî û êşkenceyê hate qetilkirin û Cansû Kara ya li Elmanyayê hate qetilkirin li Bahnhofê ya Sternshanze yên daxuyaniya çapemeniyê dan. Meclîsa Jinan a Rojbîn, Hêzên enternasyonalîst ên Elman û Meclîsa Gel a Hambûrgê jî piştgirî da çalakiyê. Her wiha di çalakiyê de posterên Emînî, Abetyan û Karayê û alên TJK-E’yê hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de Parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak axivî û destnîşan kir ku îro roja serhildan û berxwedana wan e.

Piştî daxuyaniyê bi hezaran kes bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Rêya Sternschanzeyê ve meşiyan. Çalakî li ber stranên Kurdî, Îtalî û Farisî bi gerandina govenê bi dawî bû.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li ser banga Meclîsa Jinan a Rozerîn a Dortmûndê û Meclîsa Jinan a Bêrîvan Şengal a Essenê jinên Kurd, Faris û Elman di saet 13:00’an de li ber Dortmûnd HBF’ê hatin ba hev.

 Di çalakiyê de qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, Anûsh Abetyan û Cansû Kara hate protestokirin û berxwedan hatin silavkirin.

Jinan peyama “têkoşîna hevpar û parastina cewherî ji bo azadiya jinan yekan rêya çareseriyê ye” dan.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî ya ku ji aliyê Biroya Aştiyê ya Jinên Kurd ve hate amadekirin, hate xwendin û her wiha di çalakiyê de axaftin hatin kirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê Kurd, Faris û dostên wan li ber Haûpbahnofê hatin ba hev û dewleta Îranê protesto kirin.

Meclîsa Kurd a Hannoverê, Meclîsa Jinan a Ronahî, Women defend Rojva û Forûm der Iranîshen Demakrat Innen ûnd Sozaîalîst înnen-Hannover tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê wêneyên rewşenbîr û welatparêzên ku ji aliyê Îranê ve hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.

Komek jinan pora xwe birîn û komkujiya Îranê protesto kirin.

FREÎBÛRG

 

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê ji bo jinan ciwan a Kurd a Jîna Emînî ya ku li paytexta Îran Tehranê, ji aliyê polîsên exlaq ve bi êşkenceyê hate qetilkirin, çalakî hate lidarxistin. Çalakvanan li qada Platz der Altan Synagogeyê find pêxistin û gul danîn erdê.

Di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

ZURÎH

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji serê sibehê heta bi êvarê çalakî berdewam bûn. Çalakî destpêkê li Staûfacherê bi pêşengiya Kurdên Rojhilatê Kursitanê li Swîsreyê bi tevlêbûna ji her çar parên Kurdistanê û jinên Swîsreyî hat lidarxistin.

Li Helvetîaplatzê jî bi banga Tevgera Jinên Kurd (YJK-S), Komeleya Zehmetkêşan Kurdistan, Komela Rojhilat kes hatin ba hev.

Hevseroka CDK-S’ê Selma Surer wiha got: ‘’Em ji bo Jîna Emîniyê li vir in. Ji ber tayê porê wê xuya bû ji aliyê polîsên Îranê ve hat qetilkirin. Jîna Emînî serhildana me ye.’’

Li ser navê Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Ahmed Mom Mohammadî jî tev li çalakiyê bû. Di daxuyaniya li ser Zahmetkêşan hat dayîn de, îşaret bi Kurdên ku Îranê ew qetil kirine hat kirin û banga têkoşînê hat kirin. Di çalakiyê de berxwedana li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hat silavkirin.

Safoîra Bazrafshan ê li ser navê Komelayê tev li çalakiyê bû, bi Elmanî bang li her kesê kir ku bibin piştevanê gelê Rojhilat.

Gel, piştî axavtinan dest bi meşê kir û gava ji navenda Zûrîhê hat Staûfacherê, Kurdistanî û nûnerên saziyên Swîsreyê ku li vir çalakî dikirin jî tev li meşê bûn. Gel, qasek li ser Rêya Annagasseyê çalakiya rûniştinê kir. Jinan li vir performanseke şanoyî pêşkêş kir û meş bi pişt re li Helvetîaplatzê bi dawî bû.

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, ragihand ku ew ê nava hefteya bê, li bajarên Swîsreyê bê navber çalakiyan li dar bixe.

SANTÎAGO

Li Santîago ya paytexta Şîliyê, ji bo jina Kurd Jîna Emînî ya li aliyê polîsên Îranê ve hate qetilkirin meş û mîtîng hatin lidarxistin.

Jinên Îranî yên li Şîliyê, femînîstên navneteweyî, Meclisa Yasayîbûna Kurtajê bi Daîmî, Nî ûna Menos û Platforma 8’ê Adarê, çalakî bi hev re organîze kir. Gelek saziyan jî piştgirî da.

Çalakî bi tevlêbûna bi sedan jinên li ber Pirtûkxaneya Neteweyî ya Santîagoyê hatin ba hev, dest pê kir.

Di çalakiyê de pankartên li ser ‘’Jin, jiyan, azadî’’ nivîsandî, hatin hilgirtin û peyamên ‘’Pederşahî ne dadgêr e û nikare jinan bidarizîne’’, ‘’Sûcdar dewlet e, sûcdar serok e, sûcdar, polîsên exlaq ên Îranê ne’’ hatin dayîn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, bi pêşengiya Meclisa Jinan Arîn Mîrkanê bi sedan kes ji bo Jîna Emînî hatin ba hev.

Kurdên Rojhilatî û nûnerên saziyên Fransî jî tev li çalakiyê bûn ku li Qada Canebîere hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Jîna Emînî û alên TJK-E’yê hatin hildan.

Di meşa ku tê de diruşma ‘’Rejîma Îranê terorîst û dîktator e’’ hat berzkirin, li Qada Vîeûx Portê dewam kir.

Di çalakiyê de Mûkaddes Hinis a Heveroka Meclisa Jinan a Arîn Mîrkanê axaftinek kir.