Prof. Phillipson: Tirkiye li dijî Kurdan terora dewletê dike

Prof. Robert Phillipson tundiya ku dewleta Tirk bi salane li Kurdan dike weke 'terora dewletê' pênase kir û got, "Her ku erka hikumeta AKP-MHP'ê xurt bû, rûniştina wan a li dora maseya danûstandinan zehmet e."

Ji beşdarên kampanya îmzeyan a li dijî qedexeya li ser PKK'ê, hîndekarê Beşa Ragihandin, Civak û Rêveberiyê ya Dibistana Kargehê ya Kopenhagenê Prof. Dr. Robert Phillipson bal kişand ser xumamiya pênaseya 'terorîzmê' û diyar kir ku ev rewşa xumamî ji aliyê dewletan ve bi rengekî neyînî tê bikaranîn.

Prof. Dr. Robert Phillipson ji ANF'ê re axivî û got, "Bêpênase hiştin, dike ku hikumet van binavkirinan li gorî dilê xwe bi kar bînin. Tevî ku tundiya hilweşîner a li dijî dewletekê weke 'terorê' tê pênasekirin, ev nêzîkatî dibe sedem ku tundiya dewletê ya li dijî welatiyan weke 'terora dewletê' nayê pênasekirin."

Prof. Dr. Phillipson tundiya dewleta Tirk a bi salan a li dijî Kurdan weke "terora dewletê" bi nav kir û sûcdarkirina Tevgera Azadiyê ya Kurd şiband kiryarên li dijî Kongreya Neteweyî ya Efrîkayê ku li dijî rejîma Apartheidê têdikoşiya.

Prof. Dr. Phillipson got, "Mandela ji ber ku xwedî li berxwedana leşkerî derdiket ji aliyê hikumetên piştevanê nijadperestiyê ve bi 'terorîstiyê' dihate sûcdarkirin. Li Efrîkaya Başûr li nava sîstema hêzê, kengî erka desthilatdaran lawaz bû û pêwîstiya bi çareseriyeke bi danûstandinan hate qebûlkirin, hingî pejirandin. Di rewşeke wiha de êdî weke 'terorîst' nedîtin."

DIVÊ SERDEST BÊNE HEJANDIN

Prof. Dr. Robert Phillipson destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo weke rejîma Apertheid a li Efrîkaya Başûr li dora maseya danûstandinan rûnê beriya her tiştî divê erkên desthilatdaran biheje û got, "Her ku erkên hikumeta AKP-MHP'ê ya li desthilatdariyê zêde bibe, nayê payin ku li dora maseya danûstandinê rûnên. Nîşandana PKK'ê weke 'rêxistinene neterorîst' ji bo hikumetekê yan jî Yekîtiya Ewropayê bi danûstandinan ve girêdayî ye. Heta ku di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de têkiliyeke tevlîhev hebe, ev yek zehmet e."