Peymana Madrîdê li Osloyê hat protestokirin

Peymana li Madrîdê ya li ser Kurdan a di berdêla endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê de hat kirin, li Osloyê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Li Osloya paytexta Norwêcê, bi organîzekirina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Solîdarîtet med Kurdistanê mîtîng hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlê mîtîngê bûn.

Di çalakiyê de bertek nîşanê yasaya ku di berdêla endamtiya NATO’yê Swêde ku wê 1’ê Tîrmehê bikeve meriyetê, hat dayîn.

Hat diyarkirin ku bi yasaya heyî, terorîzekirina gelê Kurd tê armanckirin.

Hevseroka saziya Solîdarîtet med Kurdistanê Stîna Bergsten a Swêdî û Serokê Partiya Sor a Norwêcê (Rødt Parti) ya Osloyê Sîavash Mobasherî bi nûnerê Însiyatîfa Aştiyê (Fredsînîtîatîvet) re axivîn.

Kesên axivîn diyar kirin, “Mixabin Swêd ji bo bibe endamê NATO’yê peymana herî qirêj a dîroka xwe îmze kiriye” û gotin ev yek “Şermeke mezin” e.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Tirkiyeyê Boykot bike”, “Erdoganê terorîst” û “Solîdarîtet Kurdistan” bi dawî bû.