Partiya Kesk a Çep ji bo hilbijêrên derveyên welat agahdarî kir

Koordînasyona Partiya Çep a Kesk a Ewropayê, ji bo hilbijêrên li derveyê welat agahdarî kir û got: “Azadîhez, ji bo bikarin denge xwe bidin, divê li qeyda xwe bipirsin da ku em rê nedin dîktatoriyê.“

Di daxuyaniya nivîskî de ku ji aliyê Partiya Kesk a Çep ve hat dayîn, wiha hat gotin: “Ev ne hilbijartineke jirêzê ye. Her deng, giring e û lewma divê her kes li wê gorê bi berpirsyarî tevbigere.cJi 2’yê Nîsanê re zêde nemaye û miheqeq li qeyda xwe ya hilbijêriyê binihêrin û divê mirov der û dora xwe di vî warî de agahdar bike. Her dengekê ku neyê dayîn xizmet e ji bo hikûmeta AKP-MHP’ê ku neyarê Kurdan e.“

PIRSÎNA LI HILBIJÊRIYÊ Û QEYDA NÛ YA HILBIJÊRIYÊ

Di daxuyaniyê de, têkildarê pirsîna li hilbijêriyê û qeyda hilbijêriyê ev agahî hatin dayîn: “Pirsîna li hilbijêriyê û qeydên nû yên hilbijêriyê heta 2’yê Nîsanê berdewam in. Ji xeynê Tirkiyeyê li hemû welatên din mirov dikare bi rêya vê navnîşanê li hilbijêriyê bipirse.“

https://secmen.ysk.gov.tr/secmen-yurtdisi

Pirsîna li hilbijêriyê û çêkirina qeyda nû wiha ye:

“1.         Wê Wêne 1 derbikeve pêşberê mirov. Divê mirov numreya xwe nasname ya Komara Tirkiyeyê binivîse.

2.           Li beşe Numreya Dorê, cizdanê nifûsê yê mirov li gor kevnî û nûbûnê diguhere. Ger cizdan nû be, li aliyê li ser ê wêneyên duduyan, li beşê “Di nasnameyên nû de bi rengê sor tê nîşandan“ Numreya Dorê, heye divê mirov binivîse. Lê ku cizdanê nifûsê yê mirov kevin be, li aliyê li bin ê wêneyê duduyan “Cizdanê kevin“ wek ku di wêneyê “Cizdanê kevin“ de xuya ye, di du qutiyên sor de li cihê “SERΓ nivîsandî li heman texmê L13 û nivîsa “No“ bêyî ku navber bê hiştin divê mirov li beşê Dora Rêzê binivîse.

3.           Di qutiya herî dawîn li beşê “Esehkirina Wêne“ mirov piştî ku tîp û hejmaran nivîsî li bin bi rengê sor

4.           Mirov pê li qutiya “Bide ber pirsan“ wê agahiyeke wek ya di Wêne 3’de agahî derbikeve pêşberê mirov. Ev, agahî agahiyên mirov in ku wê li kîjan balyozxaneyê dengê xwe bide.““

‘DIVÊ MIROV BIBE SEFERBER’

Koordînasyonê, ev tişt jî destnîşan kirin:

“Divê koordînasyonên me yên hilbijartinê yên li hemû welatên Ewropayê, Awûstralya, Kanada û gelek navendên cîhanê, sê rojên dawîn bibin seferber. Pirsgirêkên teknîkî çêdibin ya jî mirov wiha dibêjin: “Min berê deng daye, ez hilbijêr im“ û li qeyda xwe napirsin. Ger mimkûn be bila hemû hilnijêr li qeyda xwe bipirsin.

Hemû balyozxane, ji bo çêkirina qeydên nû yên hilbijêran û rastkirina agahiyên şaş rojên Şemî û Yekşemiyan jî vekirî ne.

1-           Kî dikare deng bide: Her kesê/a ku welatiyê/a Komara Tirkiyeyê be (Yên welatiyên du welatan e jî di nav de); heke bi biryareke dadgehê ji mafê xwe yê hilbijartinê bêpar nebûbe, hilbijêr e. (Penaberên nû, şagirt û xebatkar û wd. ku hêj mafê rûniştine hêj bi destê wan neketiye.) 

2-           Dîroka Qeyda Hilbijêrên Nû: Qeydên nû yên hilbijêriyê heta 2’yê Nîsanê tên kirin. Ji bo qeyda xwe ya hilbijêriyê ya dervêyê welat divê mirov bixwe biçe balyozxaneyan û Formê Diyarkirina Navnîşanê dagire.

 3- Ji bo qeyda hilbijêriyê ya nû agahiyên pêwist: Divê mirov bi cizdanê nifûsê numreya nasnameya ya KT’yê û wêne li ser hebin, belgeya ajokariyê, cizdanê zewacê, kartê nasname yê pîşeyî, biçe balyozxaneyan û qeyda xwe bide çêkirin.

4- Yên tu belgeya wan nîn be divê bi belgeyeke ajokariyê ku numreya nasnameyê li ser nîn ve, ya jî bi nasnameya penaberiyê û serî li balyozxane û nûnertiyan bide. Destpêkê divê NIMÛNEYA QEYDA NIFÛSÊ bigire û bi pişt re bi van her du belgeyan qeyda xwe çêbike. Her wiha bi van belgeyan dikarin daxwaza nasnameya nû jî bikin. Heke mirov qeyda xwe ya hilbijêriyê çêbike dikare bi 5 Euroyan şifreya xwe ya E-Devletê werbigire.

5- Yên demekê li derveyê welat dimînin: Yên qeyda wan a hilbijêriyê li Tirkiyeyê hebe û nekarin heta 14’ê Gulanê vegerin Tirkiyeyê (şagirt, xebatkar û wd.) Ji bo qeyda xwe bibin derveyê welat divê BELGEYA XWE YA ŞAGIRTÎ YA JÎ XEBATKARIYÊ NÎŞAN BIDIN û formê diyarkirina navnîşanê dagirin.

5.           Nêzîkahiyên Kêfî: Dibe ku hin karmend bi kêfî tevbigerin. Welatiyên me yên xwedî şertên li jor bin û rû bi rûyê astengiyekê bibin, bila têkiliyê bi koordinasyona me re deynin da ku mirov bikare midaxeleyê pêkanînên kêfî yên xebatkarên balyozxaneyan bike.“