Parêzerên Ewropayî: Divê demildest CPT biçe Îmraliyê

Parêzerên ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî li Wezareta Dadê dabûn, diyar kirin ku divê demildest CPT biçe Îmraliyê û gotin: “Pêkanînên li Îmraliyê êşkence ne.“

Ji 22 welatên Ewropayê 350 parêzer ji bo hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin, serî li Wezareta Dadê dabûn. Parêzerên Ewropayî uropean Association of Lawyers for Democracy & World Human Rights (Parêzerên Ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê, ELDH) bi rêya Zoomê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re hat bibrîxistin û daxwaza ji bo hevdîtinê careke din hat dubarekirin.

Civîn bi moderatoriya Parêzer Ceren Ûysalê hat lidarxistin.

‘DIVÊ DEMILDEST BINPÊKIRIN BÊ SEKINANDIN'

Hevseroka ELHD'ê û endama Parêzer ji bo Parêzeran Barbara Spinellî destnîşan kir ku ji ber binpêkirinên mafan ev serlêdan kirine û got: "Demildest divê ev binpêkirin bi dawî bibe. Endamên ELHD'ê û saziyên endam jî di nava vê xebatê de cih girtin. Divê em derqanûniya polîtîkaya tecrîdê li her derî bînin ziman û divê hemû rêxistinên pîşeyî jî ji bo vê serlêdanê bikin. Me bi vê serlêdanê berpirsiyariyên Tirkiyeyê bibîra wê xistin. Me xwest em pîvanên Mandella bibîr bixin. Me ji ber vê ev serlêdan kir, lê belê em li benda bersiva wezîr in. Ji çar hawirdorên cîhanê hevpîşeyên me îmze danîn bin vê nameyê. Daxwaza me ev e; demildest divê destûr bê dayin ku parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê karê xwe bikin."

Paşê Sekreterê Giştî yê ELHD'ê Thomas Schmîdt jî destnîşan kir ku li benda bersiva Wezareta Dadê ne û nameya ku şandine xwend.

‘PÊWENDÎ NAYÊ DANÎN'

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk jî got: "18 meh in bi tu awayî em xeberê ji muekîlê xwe nagirin. Di warê xetereya jiyanê de nediyariyeke mezin heye. Ne pêkan e ku mirov behsa xetereya di warê êşkenceyê de bike, ji lew re ev rewş bi xwe êşkence ye. Êşkenceya têkildarî şertên înfazê û girtinê didome. Ne em dikarin hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin ne jî malbatên wan. Qedexeya nameşandinê didome. Tu pêwendî nayê danîn. Di sala 2019'an de me di şertên awarte de 5 hevdîtin kirin. Ji wê çaxê heya niha me 215 caran serlêdan kiriye. Lê serlêdanek jî nehatiye bersivandin."

Ozturk anî ziman ku malavayiya hevpîşeyên xwe yên Ewropayî dikin ji ber piştevaniya wan û got: "Em di wê bîr û baweriyê de ne ku li dijî vê pergala tecrîdê divê xebateke hîn meintir bê kirin da ku pergala tecrîdê xuyangtir bibe. Lewma xebatên we ji bo me pir hêja ne."

‘DIVÊ CPT DEMILDEST BIÇE ÎMRALIYÊ'

Li ser navê Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (AED) û Parêzerên Komarparêz ên Amanyayê (EDL) Berenice Boehlo axivî. Boehlo destnîşan kir ku ji ber tecrîdê fikar li wan peyda bûne û got: "Lewma CPT demildest divê biçe Îmraliyê. Berê jî wekî sazî em ketibûn nava hin hewldanan. Em dixwazin CPT demildest biçe Îmraliyê, li wir lêkolînan bike û daxuyaniyê bide. Li Tirkiyeyê rewşa mafên mirovan me diqilqilîne. Hem mafê parêzeran hem jî mafê girtiyên li Îmraliyê tên binpêkirin. Lewma em soz didin ku em ê li gel hevpîşeyên xwe yên li Tirkiyeyê bibin û em ê bi ser Tirkiyeyê de biçin. Zêdetirî 2 hezar parêzer jib o hevdîtinê bi Ocalan re bikin serlêdan kirin. Ev hejmar divê zêdetir bibe, da ku binpêkirinên xeternak ên li Îmraliyê bi dawî bibin. Divê em daxwazên xwe bi dengekî hîn bilindtir û xurtir bînin ziman."

‘BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ SAZIYÊN HIQÛQÊ'

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî diyar kir ku piştî Buriya Hiqûqê ya Asrinê xwe gihandiye wan serî li Wezareta Dadê dane û got ku daxwazên wan ên sereke tesîskirina mafên mirovan ên bingehîn in. Eren bilêv kir ku wan ji Wezareta Dadê pirsî ye ku çima nahêle parêzer hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin û got: "Û me xwest em biçin Îmraliyê. Lê ne bersiv hat dayîn ne jî daxuyaniyek. Wekî rêxistineke hiqûqê me biryar da ku em piştgiriya vê kampanyayê bikin. Di warê parastina mafên mirovan û hiqûqê de barekî mezin dikeve ser milên baroyên Tirkiyeyê."

ÊŞKENCE

Fabîo Marcellî jî destnîşan kir ku ew wekî koma mudaxileyê ji zû de rewşa li Îmraliyê dişopînin û got ku sedema van bêhiqûqîtiya pirsgirêkên siyasî ne. Marcellî wiha axivî: "Em dibînin ku rewşa li Tirkiyeyê her diçe xirabtir dibe û bi navê serdestiya hiqûqê tiştek nemaye. Her diçe fikar zêde dibin. Rewşa Ocalan, rewşa hiqûqa Tirkiyeyê pir zelal dide der. Astengkirina hevdîtina bi parêzeran û malbatê re êşkence ye."

FIKRÊN OCALAN

Marcellî destnîşan kir ku Tirkiye divê ji bo rewşa Ocalan çareseriyeke siyasî peyda bike û got: "Ev çareserî jî divê di çarçoveya konfederalîzma dmeokratîk de be. Konfederalîzma demokratîk, di qada navneteweyî de helwesteke nû ye. Ocalanê di şert û mercên giran d egirtî, di warê mafên jinan, konfederalîzma demokratîk û dîroka Kurdî de gelek pirtûkên hêja nivîsî ne. Berdana wî tenê ne ji bo Kurdan, ji bo cîhanê jî pir girîng e. Ji lew re fikirên Ocalan tenê ne ji bo Kurdan, dikare ji bo tevahiya cîhanê bibin cihê aştiyê."

‘OCALAN DÊ SERBEST BÊ BERDAN'

Serokê Civata Parêzerên Sosyalîst a Haldeneyê Declan Owens jî wekî civat ew piştigiriyê didin xebatên ji bo serbestberdana Ocalan û got: "Em ê her tim piştgiriya hevrêyên xwe yên Kurd bikin." Owens di adwiya axaftina xwe de got: "Dê Ocalan serbest bê berdan û dê fikirên wî her tim bibe îlham ji bo şoreşgerên cîhanê, eynî wekî Rojavayê."

Sekreterê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Umît Buyukdag jî got axaftinên hatin kirin nîşan didin ku bê çima tevahiya cîhanê xwedî li meseleya tecrîdê derdikeve.

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Bunyamîn Şeker jî destnîşan kir ku meseleya tecrîdê tenê gelê Kurd eleqedar nake, ji lew re perçeyek komploya navdewletî ye û got: "Helwesta CPT'yê girêdayî saîqên siyasî ye."