PE: Erdogan hewl dide balê, li ser pirsgirikên lezgîn dûr bixîne

Raportorê Daîmî yê Parlamentoyê yê Tirkiyê Nacho Sanchez Amor û Serokê Delegasyona Parlamena YA- Tirkiyê Sergey Lagodînsky, gefa Erdogan a dersînorkirina sefîran wek hewldana ‘Dixwaze bal li ser pirgirikên lezgîn dûr bixîne’ pênase kirin.

Serokkomarê Tirk Erdogan bi daxuyaniya ku ji ber daxwazkirina serbest berdan û piştevaniya bi karsaz Osman Kavala, wê sefirên DYE, Elmanya û Fransayê jî di nav de 10 sefirên Rojavayî wek ‘Mirovên neyên hezkirin’ îlan bike re, rê li ber sosretbûn vekir.

Dema ku dît pêşiya ketina bi lez a Lîrayê Tirk vekir, fahm kir ku nikare vê sosretiyê rake, ji gefa dersînorkirinê paşde pêngav avêt.

Raportorê Daîmî yê Parlamentoyê yê Tirkiyê Nacho Sanchez û Serokê Delegasyona Parlamena YA- Tirkiyê Sergey Lagondînsky, li ser fermana Erdogan a ji Wezîrê Karê Derve re hatî dayîn da ku 10 sefiran dersînor bike, daxuyaniyek dan û ev got:

“Yên ku biryara berdana Osman Kavala wek berpirsyariya Tirkiyê diyarkirî, ne ev sefîr an jî hikûmetan wan in. Yê fermana vê ya demildest bê berdanê di Kanûna 2019’an de dayî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye; piştre ev bi 6 biryaran û bi biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatiye nû kirin. Ji ber vê Tirkiye neçare ku wek biryara dişibe ya Selahadîn Demîrtaş pêk bîne û divê rêz bide biryara vê dadgehê.

Misogeriya daraza adil û serdestiya hiqûqê, stûnên bingehîn ya demokrasiyê ye. Komîsyona Ewropa û Konseya Ewropayê gelek caran di raporên xwe de destnîşan kirin û wekî di Rapora Salane ya Parlamena Ewropayê jî hatî destnîşan kirin de, di van qadan de pêwistiyek lezgîn a serarastkirinê ya Tirkiyê heye. Niha hewldanek ji bo ku pêşiya rexneyên ji derveyî welat bên bigirin, ji bê şansiyê jî wêdetir e. Digel van pêşketinên xemgîn jî wê helwesta me ya têkildarê demokratîkbûna Tirkiyê û doza Osman Kavala wê neguhere.

Em hîna li ber qeyraneke cidî ya ku pêşiya wê dikare bê girtin a dîplomatîk de ne. Em bang li maqamên Tirk dikin ku ji qeyranên pêşiya senoryoyên hîn xirab vedike, birêvin. Em carek din bang li Tirkiyê dikin ku têkildarî dozên Osman Kavala û Selahadîn Demîrtaş, li gorî peymanên navnetewî û biryarên DMME’yê tevbigerin.”