Nûneriya HDP’ê ya Ewropayê kampanyaya qeyidkirina hilbijêran da destpêkirin

Nûneriya HDP’ê ya Ewropayê bang kir ku heta 2’ê Nîsanê qeyda hilbijêran hemûyan were girtin û divê her kes deng bide Partiya Çep. Nûneriyê kampanyaya SMS’ê da destpêkirin.

Kesên li Ewropayê dijîn û navên wan di lîsteya hilbijêran de nîn in, heta 2’ê Nîsanê ji bo ku xwe weke hilbijêr qeyd bikin, hatin vexwendina berpirsyariyê. Nûneriya HDP’ê ya Ewropayê anî ziman ku ji bo sê rojên dawî yên mane, wê kar û barên kontrol û qeyidkirina hilbijêran di nasnameyekî de were kirin û got: “Her hilbijêr dikare agahî bide hilbijêrek din, li bîra wî/ê bixe û dikare lîsteya navên hilbijêran kontrol bike. Dikare yên navê wan nebe jî, qeyda wan çêbike. Ji bo vê yekê her kes wê bi telefonê peyam bişîne û tevkariya xwe çêbike.”

Nûneriya HDP’ê ya Ewropayê banga dengên ji bo Partiya Çep a Kesk kir. Kampanyaya SMS’ê ya Nûneriyê wiha ye:

“Ji kerema xwe re, vê peyamê ji 50 kesan re bişîne!
Demokrasî wê bi me re were!
Û em amade ne!
Tu jî ji bo ku dengê xwe di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi kar bînî, divê xwe amade bikî!
Ger te qeyda hilbijêriyê nekiribe, heta 2’ê Nîsanê divê tu bikî!
Ji bo xwedî derketina li dengê xwe û pêşeroja demokratîk, divê tu derdora xwe hemûyê agahdar bikî!
Dengên me ji bo Partiya Çep a Kesk.”