Nobedarên vê hefteyê yên 'Nobeda Azadiyê' hunermendên TEV-ÇAND'ê ne

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku di sala 10'an de ye, bi hunermendên TEV-ÇAND'ê dewam dike.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' kete hefteya 487'an ku ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re di 25'ê Hezîrana 2012'an de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ıya fîzîkî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê dest pê kir.

Her hefte komek ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê nobedê digirin. Nobedarên vê hefteyê jî hunermendên TEV-ÇAND'ê Hozan Seyîdxan, şanoger Emele, Tûncer Yalinkiliç û Semyan Adar e.

Şanoger Emele bi navê komê axivî û bi bîr xist ku 10 sal in Kurdistanî û dostên wan ên ji deverên cuda yên Ewropayê xwedî li vê çalakiyê derdikevin û ev xwedîderketina silav kir.

Emele diyar kir, Ewropa ya ku îdîa dike ku demokrasî û mafên mirovan diparêze, tecrîd û êşkenceya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hedîtî ve tê û destnîşan kir ku saziyên Ewropayê divê bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Emele bi bîr xist ku dewleta Tirk mohra xwe daniye binê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û destnîşan kir ku saziyên Ewropayê divê bi lez pêkanînan li ser Tirkiyeyê ferz bikin.

Emele got, "Di şexsê Rêber Ocalan de tecrîd li gelê me tê ferzkirin, em vê tecrîdê şermezar dikin" û ji CPT xwest ku biçe Îmraliyê û daxuyaniyê bide gelê Kurd.

Şanoger Emele got, "Bi navê hunermendan em bang li gelê xwe dikin ku li dora Rêberê me bicive. Heta ku tecrîda li ser Rêberê me neyê bidawîkirin û neyê azadkirin, komkujiyên li ser gelê Kurd wê bi dawî nebin. Gelê me divê li her cihî berê xwe bidin çeperên berxwedanê."