Li Swîsreyê şermezerakirinên qetlîamê: Emê bi berxwedanê bibin bersiv

Ji bo protestokirina qetlîama li Konyayê ya di encama êrîşê faşîstên AKP-MHP’yî pêkhat, li bajarên Lûzern, Bern, Lozan, Cenevre, Zurîh, Basel û Bellînzona yên Swîsreyê gel daketin qadan û qetlîam şermezar kirin.

Li gelek bajarên Swîsreyê Kurdistanî û dostên wê daketin qadan û qetlîama faşîstên AKP-MHP’yî pêkanîbûn şermezar kirin.

LÛZERN

Kurdistaniyên li kantona Lûzernê ku bersiv da banga lezgîn a çalakiyê saet 12:00’an li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kom bû.

Li wê derê ji bo teşhîrkirina faşîzma AKP-MHP’ê biryara meşê hat girtin û girse bi hilgirtina pankart û dovîzên li ser wan hatibû nivîsandin “Terorîst Tirkiye, Kujer Erdogan”, “Qatilê jin, zarok û xwezayê, dijminê mirovatiyê Erdogan” û “Duh li Şengalê Daîş, îro dewleta Tirkiyê” dest bi meşê kir.

Di meşê de berdewam bangewaziyên bilindkirina têkoşîna şoreşgerî ya li hemberî qetlîaman hat kirin. Meş li navenda bajêr bi qasê saetekê dom kir. Li Kûrplatzê mîtîngek hat lidarxistin.

Wekîlê Partiya Sosyalîst (SP/PS) Davîd Roth di mîtîngê de axivî û got têkoşîna ku gelan li hemberî faşîzm û nijadperestiyê danî watedar e û banga hevparkirina têkoşîna li hemberî dijminatiya koçber û biyaniyan ku li Swîsreyê her diçe zêdetir dibe kir.

Piştre çalakvanê ku li ser navê Navenda Civaka Kurd a Lûzernê mafê axaftinê girt û daxuyaniya çapemeniyê ya KCDK-E’yê ku tê de bangên ji bo piştewaniya bi gelê Kurd ya li hemberî di serî de qetlîama li Konyayê pêkhat, hemû êrîşên qirker ên li ser Kurdan hatibûn kirin xwend.

Çalakvana Tevgera Jin a Kurd ya Swîsreyê (YJK-S) têkildarê qetlîama 03’ê Tebaxê ya li ser Êzidiyên Şengalê ya ji aliyê DAÎŞ’ê ku dewleta Tirk piştgriya wê dike,  belavokek bi zimanê Elmanî xwend.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li dijî faşîzm û nijadperestiyê bidawî bû.

BERN

Li Bahhofpolatz a bajarê Bern a Swîsreyê jî çalakî hebû.

Di çalakiyê de dovîzên ku li ser wan navê 7 kesên hatibûn qetilkirin hatibû nivîsandin hilgirtin. Çalakî piştî deqeyek rêz girtinê destpêkir. Li ser navê TJK-E Hediye Mûznûr daxuyaniya bi zimanê Elmanî xwend.

Her wiha Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd ya Bernê Bûrhan Kocamaz axivî û got; “Li hemberî êrîşên qetlîamê yên nijadperest û faşîzan ên gelê Kurd dikin armanc, li her cihê ku lê dijî ji bo ku rûyê qetlîamger ê dewleta Tirk teşhîr bikin, emê berdewam li qadan bin.”

Siyasetmedarê Kurd Nejdet Atalay jî li ser navê KCDK-E’yê axivî û diyar kir, “Dewleta Tirk ku dîroka wê bi pêkanîna qetlîamên di serî de li ser Kurdan li Elewî û Ermeniyan re derbas bûye bi polîtîkayên qirker û faşîzan ê AKP-MHP’ê careke din ber xwe dane gelê Kurd.

Li hemberî êrîşên qirker ên li ser gelê Kurd, em li her cihê ku lê ne emê bi pêşxistina parastina cewherî rê nedin faşîzmê. Emê bi bersedaniya topyekun bersivê bidin faşîzmê.”

ZURÎH

Li Zurîh çalakî li Staûfacher’ê hat lidarxistin.

Hêzên Têkoşîna Hevgirtî û hêzên demokrasî yên Swîsreyî jî tevlê çalakiya li wir bibûn. Di çalakiyê de li hemberî êrîşên qetlîamî yê AKP-MHP’ê yên gelê Kurd dikin armanc, bangên bilindkirina têkoşînê hatin dayîn.

CENEVRE

Li Cenevreyê jî li pêşiya postxaneya Mont-Blankê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de belvokên bi zimanê Fransî hatin xwendin û li ser navê saziyên di çarçoveya teşhîrkirina qetlîamê de axaftin hatin kirin. Piştî axaftinê gel dest bi meşê kir.

Meş li ber istasyona navendî ya trenê bi berzkirina dirûşmeyan bidawî bû.

LOZAN

Li bajarê Lozanê mîtîngek li ber kilîseya St.Laûrentê hat lidarxistin. Di çalakiyê de piştgiriya ku di serî de Swîsre, dewletên Ewropî didin polîtîkayên qetlîam û faşîzma AKP-MHP’ê hatin protestokirin û belavokê bi zimanê Fransî hatin xwendin.

Qetlîama Konyayê li bajarên Basel û Bellînzonayê jî hate şermezarkirin.