Li Parîsê şehîdên Gulanê hatin bîranîn, gerîla hatin silavkirin

Li Parîsê şehîdên Gulanê hatin bîranîn û berxwedana gerîla hat silavkirin.

Li banliyoya Villiers-le-bel a Parîsê ku paytexta Fransayê ye ji bo bîranîna şehîdên Gulanê çalakiyek hat lidarxistin.

Bîranîna ku gelek kes lê amade bûn, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona ji bo şehîdên meha Gulanê hatibû amadekirin hate temaşekirin.

‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN HOVANE BERXWEDANEK BÊHEMPA TÊ NÎŞANDAN’

Di daxuyaniya li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan de hat gotin, “Ji ber ku di vê mehê de kadroyên pêşeng ên tevgerê şehîd bûne, meha Gulanê weke meha şehîdan tê pênasekirin. Bi hezaran ciwan ji vî ruhî bandor bûne, tevlî refên gerîla bûne û bi vî ruhî pêşengiya şer dikin. Li hemberî êrîşên hovane yên dewleta Tirk berxwedanek bêhempa nîşan didin.”

Di çalakiyê de banga xwedîderketina li gerîla hate kirin. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Guneş Anduç jî axivî û got, "Şehîd Mizgîn bi jiyan, têkoşîn û berxwedana xwe ji bo Tevgera Jinên Kurd kesayetek mînak bû. Em şehîd Mizgîn bi bîr tînin, em soza mezinkirina têkoşîna wê li ser xeta jina azad dubare dikin."