Li Munîhê bombeyeke ji Şerê Cîhanê yê 2’emîn maye teqiya: 3 kes birîndar bûn

Li Munîhê di dema xebateke sondajê de ya nêzî îstasyona trênê teqînek pêk hat. Ji ber teqînê yek jê bi giranî 3 kes birîndar bûn.

Li Munîhê di dema xebateke sondajê de ya nêzî îstasyona trênê bombeyeke ji Şerê Cîhanê yê 2’emîn mabû, teqiya. Di teqînê de yek jê bi giranî 3 kes birîndar bûn.

Seferên trênê jî hate sekinandin û ne diyar e wê sefer kîngê dest pê bikin.

Piştî Şerê Cîhanê yê 2’emîn her sal 2.000 ton bombe û muhîmat li Elmanyayê tên dîtin.

 Balefirên şer ên Îngîlîz û Emerîkayê 1,5 milyon ton bombe avêtibûn û ji ber van bombeyan 600 hezar kes miribûn. Li gorî rayearan ji sedî 15’ê bombeyan neteqiyane û şeş metreyan ketine binê erdê.