Li Marsîlyayê kampanyaya îmzeyan dewam dike

Li Marsîlyayê ji bo PKK’ê ji ‘lîsteyên terorê’ bê derxistin, gelek îmze hatin berhevkirin.

Li bajarê Marsilya yê Fransayê ji bo PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorê’ bê derxistin, kampanyaya îmzeyan bênavber didome.

Endamên NCDK’ê li qada Vieux Port'ta standa îmzeyan vekirin û gelek îmze berhev kirin.

Di standê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alê PKK’ê hatin dalilqandin û bi sedan belavokên di çarçoveya mijarê de hatin belavkirin.

Endamên TEV-ÇAND’ê bi sirûd û stranên şoreşgerî piştgirî dan çalakiyê. Di dawiya çalakiyê de banga hevdîtina li standa îmzeyan hate kirin.