Li Marsîlyayê êrîşên dagirkeriyê hate protestokirin

Li Marsîlyayê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê (PE) hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber Nûnertiya Parlamentoya Ewropayê (PE) a Marsîlyayê li hev civiyan û çalakiyek li dar xistin. Çalakî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrankanê ve hate lidarxistin. Girseya gel pankart û dowîzên xiyanet û bikaranîna çekên kîmyewî teşîr dike hilgirtin. Girseyê bi Kurdî û Fransî dirûşme berz kirin.

Ewilî Nûnera Navenda Civaka Demokratîk axivî û got: “Divê ji bo piştgiriya gerîla her kes dakevin qadan û çi dikeve li ser milê kê divê pêk bîne.“

Nûnera Navenda Civaka Demokratîk diyar kir ku dewleta Tirk û hevkarên wê li Zap û Avaşînê mehkûmî têkçûnê ne.

Çalakî bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana gerila" bi dawî bû.