Li Mannheîmê pîrozbahiya 15’ê Tebaxê

Ji ber salvegera 38’emîn a şerê gerîlatiyê yê ku PKK’ê 15’ê Tebaxa 1984’an da destpêkirin li Mannheîmê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi boneya salvegera 38’emîn a Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Pîrozbahî, bi organîzekirina Meclîsa Gel a Mannheîmê û Meclîsa Jinan a Ronahî Berîvan hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de li ber muzîkê govend hat girtin û ji bo zarokan pêşbirk hatin çêkirin.

Pîrozbahî ku bi şêweyê seyranê hat lidarxistin bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.