Li Lozanê standa ‘Ji Ocalan re azadî’ hat danîn

Di kona ku ciwanên endamê TCŞ û TekoJIN'ê her hefte li gelek nuqteyên Lozanê vedikin de, fikr, raman û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên vegotin.

Endamên Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ku xwedî li pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin derdikevin, li bajarê Lozanê ya Swîsreyê standa agahdarkirinê vekirin.

Ciwanan bi standên ku her hefte li gelek deverên bajêr vedikin balê dikişînin ser tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji gelê Swîsreyî re fikr, raman û paradîgmaya Abdullah Ocalan vedibêjin.

Endamê TCŞ'ê Çayan têkildarî çalakiya standê axivî û diyarkir ku heta ku pêngava "Werin Cenga Azadiyê" bi ser nekeve, weke ciwanên Kurd ew ê qadan neterikînin.

Di çalakiyê de ku tevahiya rojê dewam kir, belavok ji aliyê aktîvîstên TCŞ û TekoJIN'ê ve hatin belavkirin. Çalakî danê êvarê bi dawî bû.