Li Londra standa îmzeyan: Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Bi pêşengiya TCŞ û TekoJIN’ê ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin li bajarê Londrayê standa îmzeyan hate vekirin.

Li payîtexta Îngilîstanê Londrayê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinen Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) ji bo ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin standa îmzeyan hate vekirin. Standa îmzeyan di saet 10.00’an de li qada Trafalgar hate vekirin û heta 18.00’an berdewam kir. Di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” gelek îmze hatin komkirin.

Di çarçoveya kampanyaya îmzeyan de welatî hatin agahdarkirin û ev tişt hate gotin:

“Li ser navê aştî, demokrasi û mafê mirovan em bang li Konseya Ewropa dikin. Yekitî wê PKK’ê ji lîsteya terorê derxe. Ji bo rêyek aştiyane ya pirsgirêka Kurd, ji bo demokrasî û  şertên pêşî yên demokrasiyeka bi tendurist. Îstikrara li Tirkiye û gelemperiya Rojhilata Navîn, Tirkiye û civaka Kurd ancax bi muzakereyan karibin vê çareseriya aştiyane pêk bînin. Pêwîstî bi muzakereyên wiha hene. Divê PKK cihê xwe divê de bigre. Hebûna PKK’ê ya di lîsteya tetorê de pêşiya rêya aştiyê digre. Ji bo ku PKK ji lîsteyê jî were derxistin hincetên hiqûqî jî hene.

Di sala 2002’an de li ser daxwaza Tirkiyeyê, PKK xistin lîsteya terorê. Di biryarê de ji bilî şaşitiyên usûlê, behsa banga aştiyê ya Abdullah Ocalan a di sala 2013'an de jî tê kirin. Ji bo vê yeke ev tişt nayê qebûlkirin. PKK ne rêxistinekî terorîst e. Em ê li her derê têkoşîna xwe bidomînin heta em bi ser dikevin.”