Şehîdên 18’ê Gulanê li Lîmasolê hatin bibîranîn

Li Lîmasolê di şexsê Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya û Çaran de, şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Siyasetmedar Kenan Ayas anî ziman: “Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê, wê ji bo şehîdên me bibe diyariya herî mezin.”

Li bajarê Lîmasol a Qibrisê di şexsê şoreşgerên pêşeng Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya û Çaran de, ji bo şehîdên meha Gulanê merasîma bîranînê hat lidarxistin.

Malbatên şehîdan û xizmên wan tevlê merasîma ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd de li Navenda Çanda Kurd hat lidarxistin, bûn.

Posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Çaran (Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner), Aysel Dogan ku çend roj beriya niha li Elmanyayê şehîd bû û şehîdên Zap û Avaşînê li baxçeyê navendê hatin danîn.

Di merasîma bîranînê ya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kirî de, Berdevkê Komîteya Malbatên Şehîdan Remzî Pacraz axaftina vekirinê kir.

PDK’Ê DI NEXWEŞXANEYÊ DE MIROV QETIL KIRIN

Piştre siyasetmedarê Kurd Kenan Ayas mafê axaftinê girt. Ayas bi bîranîna şehîdên meha Gulanê dest bi axaftina xwe kir. Ayas qala komkujiya 16’ê Gulana 1997’an a ku PDK’ê li Hewlêrê pêkanîbû kir û got: “Wekî ku Hozan Serhat jî diyar kirî ‘Hewlêr namîne wek caran, wê bibe gora xayinan’. Li Başûrê Kurdistanê dîroka kesên ku dibêjin em ji bo berjewendiyê Kurdistanê tevdigerin, bi xiyanetan dagirtiye. Yê ku bixwaze PDK’ê nas bike, temaşekirina komkujiya 16’ê Gulanê wê têrê bike. Li Hewlêrê di nexweşxaneyê de mirov qetil kirin. Tu dewlet û tu rêxistin di nexweşxaneyê de komkujiyan pêk nayîn e, lê PDK’ê ev kir.”

Ayas behsa rolê PDK’ê ya di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de kir û bal kişande ser berxwedana gerîla û ragihand: “Li aliyekê wekî ku me behs kirî malbatek heye ku dîroka wê bi xiyanetê dagirtiye, lê li aliyê din jî berxwedana fedayiyan a ku ji bo welat û gelê xwe bê ku bihizirin canê xwe didin heye. Îro vê têkoşînê bi ruhê Hakî Karer, Îbrahîm Kaypakkaya, Mehmet Karasungur û Çaran çiyayên Kurdistanê ji bo wan kirine goristan. Îro her bêhna ku em distînin bi saya van lehengan e. Azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo û azadkirina Kurdistanê bi vê ruhê ku wan ji bo me hêlane, wê ji bo şehîdên me bibe diyariya herî mezin.”

Piştî axaftinê sînevîzyonek di derbarê Şehîdên meha Gulanê de hat temaşe kirin.

Merasîma bîranînê bi gotina stranên li gorî merasîmê ya ji aliyê koma hunerî ya Meclîsa Gelê Kurd a Qibrisê bi dawî bû.