Li Katalûnya semînera jineolojî bi dawî bû

Bi pêşengiya Komîteya Jineolojî ya Katalûnya di 21’ê Çileyê heta 23’ê Çileyê semînera jineolojî hate lidarxsitin.

Bi pêşengiya Komîteya Jineolojî ya Katalûnya di 21’ê Çileyê heta 23’ê Çileyê bi tevlîbûna gelek jinan semînera jineolojî hate lidarxsitin. Di semînerê de ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin.

Di roja yekemîn a semînerê de axaftina li ser Efrînê û şehîd Avesta Xabûr hate kirin. Di roja duyemîn a semînerê de dîroka Kurdistanê, dîroka tevgera jinan, pîvanên îdolojiya rizgariya jinê, gerîlayên jin, pergala konfederal a jin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin. Di roja sêyemîn û dawî ya semînerê de jî jineolojî, destpêka jineolojiyê, rexneyên jineolojiyê li ser zanistê, civaka xwezyî, şikesta cinsî, rêbaza jineolojiyê, sazîbûna jineolojiyê û kar û xebata dide meşandin hate nîqaşkirin. Herî dawî atolyeya li ser gunê jinê Jinwar hate dayîn.

Semîner bi eleqeyek mezin bi dawî bû.