Li kampa Lavrîoyê şehîdên Gulanê hatin bîranîn

Li kampa Lavrîoyê ya Atînayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Bîranîn ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çanda Kurdistanê ve hat lidarxistin. Bi sedan kes û endamên MLKP’ê beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Di bîranînê de ji bo şehîdan rêz hate girtin.

Di bîranînê de li ser navê TCŞ, Komeleya Çanda Kurdistanê û MLKP'ê axaftin hatin kirin û bal kişandin li ser ser mîrateya berxwedanê ya şehîdên Gulanê. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku têkoşîna hevpar a gelan, jinan, karker û kedkaran a li dijî faşîzmê li her derê mezin dibe.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdên meha Gulanê û têkoşîna wan hate pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.