Li gelek bajarên Elmanyayê qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin

Li gelek bajarên Elmanyayê qetlîama li Konyayê ya li dijî malbata Kurd hate şermezarkirin.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê êrişa faşîst a AKP û MHP’yiyan bi meşekê hate protestokirin.

Çalakî li pêşiya DGB Haûsê hate destpêkirin. Li ser navê Komîteya Amadekar Yilmaz Gultekîn di çalakiyê de axivî û got “Mirovên me li malên xwe hatin kuştin. Mantiqa ku digot ‘Doza Kurdan li Arjantînê be, em ê li wir bidin’ ev êriş kir. Divê ew jî zanibin gelê Kurd mirinê qebûl dike lê wê îxanetê qebûl neke.”

Hevseroka KON-MED’ê Zubeyde Zumrut jî diyar kir ku Qoçgirî, Zîlan, Mereş, Roboskî û Efrîn nehatiye jibîrkirin û got “Qetlîama Konyayê dûmahîka qetlîama Garê ya Enqereyê ye”

Zumrut ji bo çalakiyên salvegera Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxê jî banga tevlêbûna çalakiyan kir.

NURNBERG

Li bajarê Nurnbergê yê Elmanyayê jî qetlîama li Konyayê hate şermezarkirin. Çalakî li Hallplatzê hate kirin.

Hevserokê Mala Gel a Medyayê ya Nurnbergê Hîkmet Gencer di çalakiyê de axivî û got “Qetlîama li Merama Konyayê bi metodên şerê taybet a dewleta Tirk a faşîst hate kirin. Em bi awayê herî tund van qetlîamên nijadperest şermezar dikin.”

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî gelê Kurd û dostên wan li hemberî qetlîamê daketin qadan. Gel li Haûptwachê htin ba hev û qetlîam protesto kirin.

Di mîtîngê de li ser navê PKAN û NCDK’ê jî axaftin hate kirin. çalakî bi sloganên ‘Erdoganê kujer’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ bi dawî bû.

HILDESHEÎM

Li bajarê Hildesheîm ê Elmanyayê jî qetlîama li Konyayê hate protestokirin. Di çalakiyê de belavok hate xwendin. Çalakî bi sloganên ‘Erdoganê terorîst’ û ‘Tirkiyeya terorîst’ bi dawî bû.