Li Fransa û Elmanya Cejna Vejînê hat pîrozkirin

Li Parîs, Hildesheim û Duisburgê bi şahiyên girseyî Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Di şahiyan de peyamên geşkirina têkoşînê hat dayîn.

Li Parîsa paytexta Fransayê û li bajarê Hildesheim û Duisburg ê Elmanyayê, bi dirûşma “Rêbertiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk, parastina Kurdistanê bike“ 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê hat pîrozkirin.

PARÎS

Bi sedan Kurdistanî li qada Gar edu Nordê ya paytexta Fransa, Parîsê hatin ba hev û Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Çalakî bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) hat organîzekirin. Di çalakiyê de pankartên li ser “Ruhê 15’ê Tebaxê, ruhê serkeftinê ye, 15’ê Tebaxê pîroz be“ nivîsandî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hilgirtin.

Kurdistanî û dostên wan, gava meşê bi dirûşman berxwedana gerîla û Rojava silav kir.

Kurdistaniyên gihîştin qada Stalingradê, li wir mîtîng li dar xistin. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşê yên Kurdistanê, li ser navê CDK-F’yê Necmettîn Demîralp û li ser navê TJK-F’ê Fevziye Heval û li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) Kemal Karanfîl, yek bi yek axivîn.

Necmettîn Alp cejna vejînê li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û got: “15’ê Tebaxê Cejna Vejînê, ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn hêvî û bawerî ye. Pêngava 15’ê Tebaxê bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, hişyarbûyîna gelê Kurd li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê ya qirker û mêtinkar e. Bi zanîna berpirsyariya vê roja dîrokî divê mirov têkoşînê geş bike.“

Li ser navê TFK-F’yê Fevziye Heval axivî. Heval, di şexsê fermandarê nemir Egîd ê pêşengî ji pêngavê re kir de, hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Divê xwedî li berxwedanê bê derketin û berxwedan bê mezinkirin.“

Li ser Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê Kemal Karanfîl  jî axivî û banga têkoşîna bi hev re li dijî êrîşên dagirkeriyê kir.

Di çalakiyê de, Kurdistaniyan, li ser hev dirûşmên “Bijî berxwedana gerîla“ û “Bijî Serok Apo“ berz kirin û hunermendên TEV-ÇAND’ê Deza Amed û Nûarîn stran gotin.

Çalakî bi gerandina govendê û dirûşmeyan bi dawî bû.

HILDESHEIM

Navendek din a pîrozbahiyê bajarê Hildesheim ê Elmanyayê bû.

Pîrozbahiya ku li navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Hildesheimê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê Fed-Dem û PYD Hannoverê li ser rojevê axaftin hatin kirin.

Di pîrozbahiyê de hunermend derketin li ser dikê û stran gotin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê û dirûşmeyên "Şehid namirin", "Bijî berxwedana gerîla" û Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

DUISBURG

Li bajarê Duisburg ê Elmanyayê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de daxuyaniya KON-MED'ê hat xwendin û der barê rojevê de axaftin hatin kirin.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.