Li Elmanyayê Konferansa Enternasyonala Kurd

Li bajarê Koln a Elmanyayê Konferansa Enternasyonala Kurd tê lidarxistin.

Konferansa Enternasyonala Kurd li bajarê Kolnê ya Elmanya destpêkir. Şoşereşger, femînîst û ekolojîstên ji her çar aliyê cîhanê ku li Kolnê hatin ba hev û tevlî 3’emîn Konferansa Netewî ya Kurdistanê dan.

Konferans duh saet 10:00’ê sibehê bi deqeyek rêzgirtinê ve destpêkiribû.

Piştî axaftina destpêkê li ser rêxistinbûn, plan û programên ji bo dema pêş bê ka divê were kirin nîqaş hatin kirin. Gelek mijarên mîna çandî û şebekeya herêmî ya hevgirtinê hatin destgirtin.

Di rûniştina roja yekem de berxwedaniya Kurdistanê hate nirxandin û dirûşmeya parastin û xwedîderketina li berxwedana ku li Kurdistanê heye derket pêş.

Di konferansa ku 180 delegeyên xwe hebûn de siyasetmedara Kurd a jin Nîlufer Koç, rojnamevan Ferda Çetîn, Endamê Meclîsa Essen a Dîe Lînke Ciwan Akbûlût, Însiyatîfa Defend Kurdistan (Însiyatîfa Kurdistanê Biparêze), Riseup4rojava, Womend Defend Rojava, Make Rojava Green Again, tevgerên Femînîst û ekolojîk, desgehên ragihandinî yên çepgir, saziyên wek Kurdistan Report û ANF jî tevlî bûn.

Di roja yekemîn a konferansê de mijarên “Esas girtina ruhê piştewanî û xebata kolektîf û rehendê berxwedanê, em dikarin ji bo Kurdistanê çibikin? Nirxandina rewşa siyasî û rêxistinbûyînên li Kurdistanê, pêşketinên siyasî yên di asta cîhan, Rojhilata Navîn û Elmanyayê, kampanya, çalakî û piştewanî” hatin destgirtin.

Di beşa îro ya konferansê de jî di bin sernavê “Emê çawa bikarin Însiyatîfa Konfedralîzma Demokratîk damezrînin û paradîgmaya Konfedralîzma Demokratîk ava bikin” de, wê têkildarî armanca Konfedralîzma Demokratîk, nirxan, tiştên ku heya niha hatine kirin, pêşengeha fîlman, komun çawa tên avakirin, rêxistinkirina bingehîn, ekolojî, dîroka berxwedanê, cînayetên jinan, antî faşîzm û plansaziya hevpar ve bidawî kirin.