Li Elmanya bi guleyê gef li rojnamevanê muxalîf Şenol xwarin

Huseyîn Şenol ku bi nasnameya xwe ya sosyalîst tê naskirin û li Elmanya dijî, bi guleyê gef lê hate xwarin.

Hate ragihandin gef li avakarê rojnameya Merhabayê Huseyîn Şenol hate hatiye xwarin, ku navenda rojnameyê li Neu-Ulm a Elmanyayê ye û ev 31 sal in bi dirûşmeya, ''Rojnameya antî-faşîst a li dijî cihêkarî û nîjatperestiyê'' derdikeve.

Hate ragihandin ku gule li qotiya postayê ya rojnameyê hatiye hiştin.

Huseyîn Şenol têkilî rûdanê ku polîs hê lêkolînê didomînin, got, ''Dibe ku faşîstên Tirkiyeyî yên fermî an jî ne fermî bin.''

Şenol her wiha diyar kir yên ku gef lê xwarin dibe ku Naziyên Elman jî bin û got, ''Dawiya dawî helwest û têkoşîna me dijî nîjatperest û faşîstên du aliyan e.''

Şenol her wiha got têkoşîna me ya dijî faşîzmê û nîjatperestiyê wê bidome.