Li Dresdenê kursa zimanê Kurdî dest pê kir

Li bajarê Dresdenê yê Elmanya ji bo fêrkirina zimanê dayikê kursa perwerdeya ziman hate destpêkirin.

Di bin sîwana Komeleya Navenda Çanda Kurdên li Dresdenê( Deutsche-Kurdische Kultur e.V) piştî tedbîrên şewba koronayê kêm bû, xebatên çand, huner û ziman hatin destpêkirin. Yek ji wan xebatan jî kursa zimanê dayikê ye.

Endamên lijneya Komeleyê piştî amadekariyan, biryar dane ku koma yekemîn ji bo zarokên di navbera 6-12 salî were çêkirin. Koma ku ji 12 zarokan pêk dihat îro bi heşt zarokan dersa yekemîn hat kirin. Zarokên tevlî kûrsê bûn bi kêf û coş tevlî dersê bûn.

Hat hînbûn kû koma duyemîn wê ji kesên temenê wan mezin pêk bê. Yên ku dixwazin tevlî kursan bibin dikarin ji vê adresê re serlêdanê bikin:

Oschatzer str 28, 01127 Dresden