Li dijî êrîşên li ser qadên gerîla li Hannoverê meş hat lidarxistin
Li Hannoverê, li dijî israra şer û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meş hat lidarxistin.
Li Hannoverê, li dijî israra şer û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meş hat lidarxistin.
Li bajarê Hannover ê Elmanyayê, li dijî israra şer û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meş hat lidarxistin. Di meşê de pankart û flamayên li dijî şer hatin hildan. Di meşê de bêyî navber dirûşmeyên “Bij Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana gerîl” hatin berzkirin.
Piştî meşê daxuyanî hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku heta êrîşên dagirkeriyê bi dawî nebe û Rêber Apo bi fîzîkî azad nabe ew ê dev ji qadan bernedin.