Li Berlînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteyê standa îmzeyan hat danîn

Li paytexta Elmanya Berlînê bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK’ê standa îmzeyan hat danîn.

Di daxuyaniya ku di çarçoveya kampanya îmzeyan de ji raya giştî ya Elman re hat dayîn de hat gotin, “Qedexekirina PKK’ê tê wateya qebûlkirina qetlîamên li ser tevahî gelê Kurd. Qedexekirina PKK’ê piştgirî dayina dagirkirina Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ye, xurtkirina destê faşîzma Erdogan e.”

Bave Ciwan(57) yê ji bajarê Tirbesiye ya Rojava ye ku ji bo kampanyaya îmzeyan a li Alexanderplatzê di standê de cih girtibû got, “Em ne terorîst in. Îro em ji bo Serok Apo li vir in. Ji ber ku fikrên Serok Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo azadiya gelên Ereb, Tirk û gelên din e. Qedexekirina vê tevgerê, jê re terorîst gotin, tê wateya ku ji me re tê gotin terorîst. Divê êdî em ji bo rakirina vê qedexeyê bixebitin.”

Standa kampanyaya îmzeyan di roja destpêkê de, di nav serma û bayê zêde de li Alexanderplatz a Berlînê di dema hatî diyarkirin de hat lidarxistin. Bi taybetî eleqeya Elmanan ji bo standa ku gelek îmze hatin berhevkirin bal kişand.