Li Berlînê ciwanan li dijî tecrîdê çalakî li dar xist

Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li Berlînê çalakî li dar xist û bal kişandin li ser tecrîda girankirî.

Li paytexta Elmanya Berlînê endamên TêkoJIN, TCŞ’ê û enternasyonelan bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakî li dar xist. Di çalakiyê de wêne û alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan.

Ciwanan di çalakiyê de bal kişand bi ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Ciwanan diyar kirin ku ew durûtiya CTP’ê red dikin û belavoka ku têkildarî vê yekê amade kirîn, xwendin û belav kirin. Ciwanan wiha got: “Nabe ku pêşeroja ciwanan, li pişt deriyê Îmralî bê tecrîdkirin.”

Çalakiya ciwanan nêzî saetekê dom kir. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Freîheît fur Ocalan, Frîeden în Kurdistan” û “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.